Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe ya dawiyê de aşkere kir ku êrîşên Hevpeymaniya Navnetewî her ji 5’ê çileyê paşiya îsal de, bûne sedema mirina 2984 kesên sivîl, di nav de 932 zarok û 646 jin.
Torê di rapora xwe de diyar kir ku herî kêm 168 komkujî hatine pêkanîn, di her yek ji wan de bi kêmî pênc kes hatine kuştin, ligel nêzîkî 182 bûyerên êrîşan li ser navendên giring yên bajêrvaniyê, di nav de 25 dibistan û 16 dezgehên bijîşkî, û diyar kiriye ku ev amar dezgehên Rêxistina çeteyên DAIŞê bi xwe ve nagire.
Torê di rapora xwe de bal kişandiye ku divê malbatên nêzkî sê hezar welatiyên sivîlên yên bi destê hêzên “Hevpeymaniya Navdewletî ” hatine kuştin bêne qerebokirin, ji berî daxuyaniya serokê Amerîka Donald Trump bo vekêşana serbazên xwe ji Sûriyê.
Tora navhatî di raporta xwe de dît ku dibe vekişana hêzên leşkerî yên Amerîkayê bikeve di berjewendiya Rûsiya de, ya destê wê ligel destê hêzên rejîmê bi xwîna xelkên Sûriyê bûye, û dixwaze çareseriya xwe ya li ser avakirina komîteyeke destûrî ya bênaverok û reformên sexte bisepîne.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan li demeke pêştir di raporteke xwe de pêkanîna 8 komkujiyan li Sûriyê bi tenê di meha mijdara borî de belge kiribû, û raportê diyar kiribû ku piraniya wan ji aliyê Hevpeymaniya navdewletî hatibûn pêkanîn.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di pêncê vê mehê de daxwaza dadpirsîneke berfireh derbarê hemû oparesyonên Hevpeymaniya navnetewî, yên bûne sedema kuştina welatiyên sivîl kiribû, û daxwaza sizadana kesên berpirsyar û qerebokirina kesên zerermend kiribû.
Raporta tora navhatî bang li Amerîka kiriye ji bo qerebokirina qurbaniyan û avadankirina saziyên hatine wêrankirin bi bombebarana hêzên Hevpeymaniya navdewletî di dema borî de, û gotiye divê ev yek ji kîs û hesabê Hevpeymaniya Navneteweyî û bi çavdêriya komîteyeke wê be, ku dibe bandora vê yekê li ser aramî û ewlehî û mafên civaka sûrî hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê