Toreya Sûriyê ya mafnasiyê raportek bi navûnîşanê “Bijarte ji wan re nîn e” derxist, tê de li ser tevlêbûna bi hezaran xelkên taxa Elweer ya bajarê Humsê li ser 12 milyon Sûriyên ko bi kotekî derbider bûne zêde bûn
Di raportê de hat ko operasiyonên bombebarandinê yên ko rêjîma Esed ji rojên pêşî ji serîhildana gelê Sûriyê di adara 2011ê de pêk anîne, bûne sedema sereke ji derbideriya kotekî re, hem jî girtina bêdad, êşkence, û binçavkirina kotekî.
Raportê destnîşan kir ko rêjîma Esed û hevalbendên wê Îran û Rûsya sedmên 85% ji operasiyonên derbideriya kotekî li Sûriyê ne, di pey re rêkxistina Daişê û milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat tên.
Raportê diyar kir ko çênabe ku operasiyonên leşkerî bibin behane ji derbiderkirinê ne, ji bo amanca parastina sivîlan, çimkî ev aliyên wê derbederiyê dikin hêj nahêlin derbider vegerin cihên xwe, hem jî piraniya wan di bin fişar û gefên peyketin û kuştinê de ne, ev berevajî yasaya navdewletî ya mirovî tê.
Raportê anî ziman ko hinek operasiyonên derbiderkirina kotekî yên ko rêjîma Esed pê rabûye, ji ber sedemên mezhebî ne, û Daiş jî gava êrîşî gundên kirîstiyanan kir ew jî bi sedemên olperestî bû, û kurd jî ji ber sedemên nijadperestî koçber kirin.
Raportê bêtir got ku operasiyonên ko milîtanên PYD kirine şêweyê regezperestî birine, her weha bombebarana hêzên hevpeymanan jî bûye sedema koçberkirinê.
Raportê tiştê hatiye serê taxa Elweer ji adara 2011ê heta 13 adara 2017ê yên ko bi destê hêzên Esed û hevalbendên wan bûne diyar kirin.
Di raportê de serjimara bikaranîna rêjîma Esed ji bermîlên teqîner re hatiye ko firokên hilîkopter yên bi ser rêjîmê ve ji adara 2011ê de, nekêmî 152 bermîlan bi ser taxa Elweer de berdane.
Raportê tekez kir ko yasaya navdewletî ya mirovî bi şêweyekî aşkere derbiderkirina kotekî qedexe kiriye, ji bilî hin awarteyên merckirî, û dibêje her binpêkirina di vê derbarê de dikeve asta tawankariyên cengê, û her weha sîstema bingehîn ya dadgeha tawankariyên navdewletî benda 8-2 b-7 û 8-2-h-8 ji sîstema bingehîn ya tawankariyên cengê ya navdewletî koçberkirin qedexe kiriye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî