Vekolîneke Komîteke Encûmena Ewlekariyê diyar kir ko rêjîma Esed têkiliya wê bi Koriya Bakur re di biwara leşkerî de heye, ji nav jî biwara çekên kîmawî û palîstî û ev binpêkirina sizayên li ser Biyon Yang li gora biryarên navdewletî yên li jêr benda heftan derketine.
Komîta sizayên derheqê Koriya bakur di raporteke berfieh de ko ji encûmena ewlekariyê re pêşkêş kiriye, anî ziman ko hevkariyeke berdewam di navbera Koriya bakur û Sûriyê û Miyamar de heye di biwara mûşekên palastî de.
Û diyar kir ko Biyong Yang di pênc salên borî de biryarên encûmena ewlekariyê binpê kirine, û tenê bi şandina 40 barî ji Sûriyê re mikur hatiye, û hin ji wan jî şandine navenda xwendin û lêkolînên zanistî û ew desteya fermî ya çavdêriya programê çekên kîmawî yê rêjîma Esed dike.
Komîtê got ko yek ji wan barên ko Koriya bakur şandine ya ko berê wê li Sûriyê bû ji dewleteke din navê wê negotiye di deryayê de hate rawestandin, û bar bilateke xurt bû ko esîda kîmawî pê nikare.
Raport hişyariyê dide ko ev sal derfeteke jidil e berî ko tiştin şaş çêbibin, ko bandorê bike û bobelatan bi ser aştî û aramiya navdewletî de bîne, û nîşana cenga otomî ye.
Dosya kîmawî ya rêjîma Esed dîsa derket piştî ko Fermanberiya Emerîka ragehand ko rêjîma Esed dibe coreyine din ji çekên kîmawî pêşde dibe. Berpirsiyarên Emerîkî dûr nabînin ko Emerîka derbeyeke leşkerî ya nû li dijî Esed pêk bîne, piştî tawanên bûne ko çekên kîmawî li xûta rojhelat li Şamê dîsa bikar hatine.
Raporta hevbeş ya Netewên Yekgirtî û rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî got ko hêzên rêjîma Esed gaza sarîn û ya kilor çend caran wekû çek di êrîşên xwe de li herêmên sivîlan bikar aniye.
Rûsya jî karê komîta vekolîna navdewletî rawestand, ko vîto sê caran li dijî pirojeyê biryarê li Encûmena ewlekariyê bikar anî, û nehişt karê komîtê dirêj bikin, wezîrê derve yê Emerîkî dibîne ko ev alîkariya rêjmê bû tako dîsa li dijî sivîlên Sûriyê çekên kîmawî bikar bîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans