Raportejke nû ya Netewên Yekgirtî derbarê zarokên Sûriyê aşkere kir ko di salekê de 910 zarok hatine kuştin û 461 ziyanên laşî gihane wan an kêmendam bûne, û berpirsiyariya wan tawankariyan da ser milê rêjîma Esed û hevalbendên wê
Raporta salane ya Netewên Yekgirtî bal kişand ser zêdebûna hejmara zarokên ko bandora şer li wan bûye, û raportê bêtir ji 21 hezar binpêkirinên derheqê zarokan sala 2017ê belgeh kirine, û got ku ev zêdebûn pir mezin e, eger bi sala 2016 re bê pîvan.
Raporta navnetewî diyar kir ko rêjeya leşkerkirina zarokên Sûriyê bi 13% ji ya sala 2016 zêdetir bûye, û tekez kir ko zarokên Sûriyê sala 2017ê yên herî bêtir zehmetî kişandine, eger bi zarokên dewletên Erebî re bên pîvan.
Raport dibîne ko Sûriya di rêza yekem de ye di hejmara binpêkirinên mafên zarokan de, û di pey re Yemen û Mîmar û Başûrê Sûdanê û dewletin Efrîqî yên din tên.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de anî ziman ko bêtir ji 27hezar zarokî ji sala 2011ê û heta adara 2018ê hatine kuştin, û destnîşan kir ko berpirsiyariya mezin li ser milê rêjîmê û hevalbendên wê ye.
Emîndarê giştî yê netewên yekbûyî Entonyo Gotrîş got: “Law û keç careke din pir bi qeyranên giran ên demdirêj û hin qeyarên nû daxbar bûne , û tevlî çêbûna hin pêşketinan jî , lê hîna asta binpêkirinan bilind e”.
Gotrîş daxwaza parastina zarokan li gora yasaya mirovî û yasaya mafê mirovan kir, û daxwaz ji hemû aliyan kir ko digel Netewên Yekgirtî beşdar bibin ‘’ Ji bo pêrabûnên piraktîk bikin, da binpêkirinên mezin yên derheqê zarokan dibin bidawî bikin, û piştgîriya zarokên ko ziyan gihaye wan bikin, û bi hewara wan ve werin.‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî