komîta Peydeçûna Rastiyê ya bi ser Netewên Yekgirtî ve di raporteke xwe de duhî çarşembê hêzên rêjîmê û Rûsya bi pêkanîna tawanan li dijî sivîlan ku dibe bigehên asta tawanên cengê tawanbar kirin.
Di raporta navnetewî de ya di civîna komelgeha giştî ya Netewên Yekgirtî de hat , ku firokên rêjîmê û Rûsya bargehên zindîdar yên sivîlan li Sûriyê amanc kirine, ji nav wan dibistan, navendên tendiristî, bazar û zeviyên çandiniyê, û sivîl kirine qurbanî.
Raportê destnîşan kir ko operasiyona leşkerî ya ko rêjîm bi piştgiriya Rûsya li ser gundewarê Hema yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr ji nîsana bûrî ve pêk tîne, bû sedem kuştina bi sedên sivîlan û derbiderbûna bêtir ji 330 hezar kesî, û dibîne ko ew tawanên cengê ne.
Raportê anî ziman ko hêzên rêjîmê êrîşên asmanî roja 09 adarê 2019ê dane ser bajarê Seraqib, û ziyan gihandine nexweşxana Elheyat ya jin û zarokan, tev ko hêzên rêjîmê semta cihan dizanin, û bal kêşand ser ko wan bajarê Cisir Elşixûr roja 14 gulanê 2019ê bi bi 2-4 mûşekan bombebaran kir, ko dibistana seretayî ya keçan û bazara masiyan amanc kir, di encamê de bi kêmanî 8 sivîl hatine kuştin.
Raportê desteya tehrîr Elşam tawanbar kir ko mûşekên bêserûber berdane sivîlan li herêmên kontrola rêjîmê, di encamê de hin sivîl bûne qurbanî, her weha raportê hevpeymana navdewletî bi kuştina sivîlan di operasiyonên li dijî Daiş sala 2014ê dest pê kirin, tawanbar kir
raportê anî ziman ko hemû aliyên kartêker hêj çavên xwe digirin, û cîbecîkrina yasaya navdewletî û derdê sivîlan bi taybetî yên jin û zarokan di neh salên bûrî de piştguh dikin.
Komîta navnetewî di dawiya raporta xwe de daxwaz kir ko rê bidin vekolînerên navdewletî ko xwe bigehînin girtî û veşartiyên bi kotekî û got ku gerek jiyana sivîlan bête parastin, û gerek alîkariyên hawarhatinê berdewam bigehên wan, û amanckirina wan bête rawestandin, bi rêka pabendiya bi yasaya navdewletî ya mirovî .
Tête destnîşankirin ko komîta peydeçûna rastiyê derbarê Sûriyê di 22 tebaxa 2011ê çêbûye, li gora biryara encûmena ewlehiyê ya bi ser Netewên yekgirtî ve û karê wê vekolîna di hemû binpêkirinan de ye, û berpirsiyariyê destnîşan bike, û ji destpêka karê xwe ve 20 raport derxistine.
Jêder: Ofêsa Ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî