Raportekê ji êzgeha “NBC News” re aşkere kir ku rêveberiya Amerîkî ya Donald Trump, di çarçoveya stratejiya xwe ya nû li sûriyê de, bi awayekî zêdetir giringiyê dide derxistina hêzên Îranê û milîsên wê ji xaka Sûriyê.
Raportê diyar kir ku plana nû ya Washington dê piştgiriyê bide hewldanên siyasî û dîplomatîk yên ji bo derxistina Îranê bi riya sizayên aborî, ku dê alîkarî neyê dan ji bo avadankirina deverên di bin destê hêzên Îranê û yên Rûsiya de.
Di raportê de hatiye ku Amerîka dê sizayên aborî bêxe li ser kompaniyên Îranî û Rûsiya yên bikevin di nava projeya avadanê de li Sûriyê, û rêveberiya Trump dibîne ku sizayên li ser Îranê hatine sepandin, dê bandoreke wan a xurt hebe, û ji bo vê yekê û ligel berdewamiya sizayên aborî, dê Îran rastî zehmetiyan bibe dema hêzên wê li Sûriyê bimînin.
Ligorî raportê, wê Koçka Spî û wezareta derve ya Amerîka ji bo zêdekirina beramberiyê ji Îranê re kar bikin, bi riya fişarên aborî û diplomatîk, û ku “Amerîka wê berdewam be li ser bizavên ji bo ku Esed bi berpirsyariya tawanên wî tawanbar bike”.
Nunerê Wezareta derve ya Amarîka yê taybet bi Karubarên Sûriyê, James Jeffrey, ji aliyê xwe ve di hevdîntiekê de li roja sêşemba borî ji Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê re tekezî li ser berdewamiya pabendbûna welatê xwe ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê kiribû, ya li gor biryara 2254 ya Konseya Ewlekariyê, û cext kir ku divê ev çareserî bibe egerê çêbûna Sûriyeke aram û ewle û piralî, û diyar kir ku divê ew nemîne dewleteke piştgir ji terorê re, û nebe gef li ser cîranên xwe bi riya milîsên Îranê yan yên li şûna wê şer dikin.
Ji aliyê xwe ve jî, Serokê ofîsa peywendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul-Ehad Stêfo, pesnê serdana birêz Jeffrey ji Hevbendiya Niştimanî re da, û tekez kir ku Amerîka dixwaze bi roleke nû rabe derbarê kirîza Sûriyê, û bal kişand ku ev dê roleke girîng be ji bo pêşvebirina pêvajoya siyasî û vegerandina hevsengiya wê li gor beyanameya 2254, heta bigihêje avakirina dewleteke ewle û aram bê hebûna rejîma Esed û milîsên terorîst yên Îranê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûryê/Wekalat