Berpirsa Konseya Ewlekariyê ya NY got ku rêjeya kuştina zarokan li Sûriyê di çaryeka pêşîn ya 2018 de bi 348 % zêdetir bûye, eger bê pîvan bi heman demê ji sala 2017an de.
Ev li ser zimanê “Virginia Gamba” nûnera Sekreterê Giştî yê NY ji bo zarokên di pevçûnan de hat, di gotara xwe xwe de li civîna Konseya Ewlehiyê ya NY li roja Înê, ya li baregeha herdemî ya Netewên Yekbûyî li New York hat lidarxistin.
Karbidesta NY neda zanîn ku çiqas zarok hatine kuştin û şêwandin di çaryeka yekem ya sala 2018’an de, yan jî di heman qonaxê ji sala bûrî de.
Lê got ku di şeş mehên pêşîn yên îsal de, gelek binpêkirinên giran dijî zarokên Sûrîyê hatin pêkanîn, û gihiştin zêdetir 1200 kesî.
Di nava wan binpêkirinan de ligor gotina heman karbidesta NY, 600 doxên kuştin û şêwandinê û seqetbûna zarokan hene, tevlî zêdetir ji 100 êrîşên leşkerî li ser nexweşxane û xwendingehan li deverên cuda yên welêt.
Gamba diyar kir ku binpêkirinên giran li dijî zarokan hatine pêkanîn, û di nav de “destdirêjiyên sêksî li ser zarokan”.
Gamba bang li her kesî kir ku pabend bin bi berpirsyariyên xwe ligor yasayên navnetewî yên parastina zarokan, û standina hemû tedbîrên pêwîst ji bo ku operasyonên leşkerî li gor rênemayên yasa navnetewî bin, bi taybetî jî li gor binemayên rêjeyî û ciyawaziyê bin.
Ku rejîma Esed hejmarek oparesyonên leşkerî li deverên cuda yên Sûriyeyê ji destpêka vê salê de pêkanîne, û li gorî rêxistinên mafên microvan, tawanên şer dijî zarokan hatin pêkanîn.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku jimara zarokên ku di nîveka pêşîn ya vê salê de hatine kuştin gihişt 1104 zarokan, û rejîma Esad bi kuştina 616 zarokan gunehbar kir, û hêzên rûsî bi kuşgina138 an, û hevpeymaniya navnetewî bi 113 zarokan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê