Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî duhî çarşembê ragehand ko rêjîma Esed derbasbûna tîma vekolînê ya taybet bi bikaranîna çekên kîmawî tako nasnameya kesên êrîşên kîmawî dijî sivîlan pêk anîne aşkere bike, û got ku rêjîmê ‘’danpêdan ne bi biryarê û ne jî bi çi encamên wê nekir. ‘’
Firnando Aryas birêveberê giştî yê rêkxistinê tekez kir ko rêjîma Esed rê neda tîma ko nû hatiye damezirandin tako berpirsiyarên rasterast yên çekên kîmawî li Sûriyê bikar anîne nas bikin, û got ko wezîrê derve yê rêjîmê Fêsel Miqdad rêkxistin agehdar kir ko çi vîza bo endamên tîmê dernexistine.
Rêkxistinê bal kêşand ser ko wê ‘’du name di 9 û 14 eyarê de ji cîgirê wezîr wergirtine, ko Sûriya rê nade endamên tîma destnîşankirî tako pêzanînên nihênî yên dosya kîmawî ya Sûrî nas nekin‘’.
Tîmeke vekolînê ya hevbeş navbera Netewên Yekgirtî û Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî got ku hêzên rêjîma Esed gaza damaran (sarîn) û bermîlên teqîner ên gaza kilor ya qedexekirî di wan de heye li bêtir ji 20 cihan bikar anîne, her weha toreya Sûriyê ya mafên mirovan bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re 217 caran ji çileyê pêşî sala 2012ê de bikar aniye.
Tîma vekolînê ya nû piştî ko Rûsya mafê redkirinê (Vîto) li dijî dirêjkirina destûrdana tîma hevbeş li heyva çirya paşî ya 2017ê bikar aniye, û sala bûrî dewletên endam yên rêkxistinê li ser damezirandina tîma vekolîn û peydeçûnê dengdan kir, û Rûsya û rêjîma Esed ev biryar red kirin.
Tête destnîşankirin ko hejmara dewletên endam di rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî de 193 dewlet in, bargehê wê li Lahay li Holendayê ye, û ew desteya cîhanî ya ji netewên yekgirtî ve tête piştgirîkirin, û ji bo cîhanê ji çekên kîmawî rizgar bike hatiye damezirandin.
Bi hezaran sivîl li Sûriyê bi sedema bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re ji sala 2012ê de li Xûta rojhelat a gundewarê Şamê hatine kuştin, û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko giring e hemû berpirsiyarên wan êrîşan bo dadgeha tawanên navdewletî bêne pêşkêşkirin û bi dadwerî bêne sizakirin.
Bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re li Sûriyê bi fermana kesên herî sereke dihat, ji ber wê Mosko mafê redkirinê li Encûmena ewlehiyê gelek caran bikar anî tako çi biryarên pirotestokirinê lidijî Esed dernekevin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî