Komîsyona Ewropayê, duhî roja çarşemê, Sûriyê û pênc welatên ereb yên din, xistin di nav lîsteya dewletên dibin gef li ser ewlehiya Yekîtiya Ewropayê de, ji ber sistî û nermiya wan di şûştina pere û harîkariya terorîzmê de.
Komîsyona Ewropayê got ku wê çend dewlet li lîsteyê zêde kirine “Ji ber kêmasiyên di stratejîya sîstemên wê de yên taybet bi jinavbirina şûştina pereyan û biçekkirina terorê û nezelaliya derbarê xwediyên rasteqîn yên kompaniyan û sindoqên veberhênanê”.
Komîsyara Ewropayê ya dadweriyê “Vera Jirova” bal kişand ku Yekîtiya Ewropayê cebilxaneya xwe ya yasadanînê bihêz kiriye, dijî şûştina pereyan û biçekkirina terorê, da nebe penagehek hêmin ji pereyên biguman re.
Ev gava Komîsyona Ewropayê tê wekî beşek ji kampanyayeke mezin li dijî şûştina pereyan, piştî kirêtbûna navên hin bankayên ewropî di van çend mehên borî de, û navê Sûriyayê hatiye di lîsteya Yekîtiya Ewropayê de piştî navê Sûriya bi “pîstirîna pîsan” hatibû di lîsteya rêxistina “Freedom House” ya Amerîkayê de, ku ew lîsteyek e di raporteke salan ya rêxistinê de hatiye, ji bo pîvana asta azadiyê di nav dewletên cîhanê de.
Tê zanîn ku Yekîtiya Ewrûpa di meha borî de, dest bi sepandina sizayên nû yên aborî li ser bazirgan û hin kompaniyên sûrî yên têkildar ligel rêjîma Esed kiriye, û di nav de xizmekî nêzîkî serokê rejîmê jî heye.
Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê de hatiye ku li dema serokên welatên YE li Brukselê civiyan û rêkeftin kirin li ser berfirehkirina lîsteya sizayan li ser rejîma Esed û zêdekirina navên 11 bazirganên Sûrî û pênc saziyên girêdayî bi rejîmê.
Herwiha Yekîtiya Ewrûpayê di sala 2017 de sizayên hevşêwe li ser berpirsên mezin yên rêjîma Esed sepandibûn, ji ber hebûna destê wan di bernameya çekên kîmyayî de li Sûriyê.
Tê zanîn ku Yekîtîya Ewropayê siza li ser kesayetiyên siyasî û bazirganî sepandine, di nav de serokê rejîma Beşar el-Esed, tevlî malbata wî, piştî destpêkirina şoreşa sûrî di sala 2011 de, û her weha kompaniyên girêdayî rejîmê.
Hêjayê gotinê ye ku sizayên nû bilokkirina sermayeyên wan yên sîgorteyê bi xwe ve digire, her weha qedexekirina derbasbûna welatên Ewropayê, û qedexekirina têkiliyan ligel sazî û kompanî û kesên navên wan di nava lîsteya sizayan de hatine.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê + Wekalat