Netewên Yekgirtî rêjîma Esed bi nehiştina derbasbûna karwanekî navnetewî bi karwanê mirovî re bo bajarê Dûma li gundewarê Şamê tawanbar dike, ew devera hêj bi dehhezaran sivîl li wir di rewşeke aloz de dijîn ji ber kêmbûna hemû fakterên jiyanê.
Bajar ket ber bombebaraneke tund ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya berî ko niştecihan ji wir koçber bikin, ya dawî jî di heftê nîsana borî de bû dema ket ber êrîşeke kîmawî, û di encamê de bi sedan kes şehîd ketin û birîndar bûn.
Bano Simo Misîs hevrêzkarê herêmî yê karûbarê mirovî li Sûriyê ji Cinêvê duhî duşemê got ku rêjîmê nehişt şandeke rêkxistina navdewletî bi karwanê alîkariyên mirovî re derbasî bajarê Dûma bibe.
Mosîs di daxuyaniyine ragehandinê de hişyarî da ji gûrbûna şer û operasiyonên bombebaranê li bakurê Sûrî, û destnîşan kir ko ew rewş dê pêleke nû ji koçberiyê ber bi Tirkiyê ve çêke, û daxwaz ji dewletên mezin yên peywendîdar kir ko bigehên çareseriyekê bi danûstandinan, ko pevçûnan rawestîne û Idlib ji bobelateke mirovî rizgar bike.
Di daxuyaniya xwe de got: “Em nîgeran in ko 2.5milyon kes li Tirkiyê bibin penaber û nema cihê wan li hindirê Sûriyê hebe”.
Mosîs tekez kir: ‘’ Nêzîk milyonek kes ji destpêka sala 2018ê ji malên xwe derbider bûne, tevlî vê, hejmara giştî ya derbiderên hindirê Sûriyê gihaye 6.2 milyon kes, hem jî 5.6 milyon li derveyî Sûriyê penaber in, û destnîşan kir ko pir alozî heye bo gihandina alîkariyên mirovî ji yên pêdiviya wan pê heye re, çimkî 2.05 milyon kes li çolan in, û 11,1 hezar kes li herêmên dorpêçkirî dijîn. ‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans