Friday, 09 March 2018 18:00

Reva 50 Hezar Kesî ji Xûta bi Sedema Kiryarên Berdewam ên Rijêmê û Rûsiya

NY diyar kir ku raport di dest de hene li ser zêdegaviya leşkerî ya li dijî Xûta Şamê ya rojhilat, ku ev zêdegavî bûye sedema derbederiya zêdetir ji 50 hezar kesî ji sê bajaran ber bi bajarê Dûma de.

Berdevka NY diyar kir ku sê bajar "Hemoriyê" û "Misraba" û "Midîra" bi berdewamî ji aliyê hêzên Rijêmê û firokên Rûsiya bi çekên qedexekirî têne bombebarankirin.

Hevdem ku herdu bajarên Hemoriyê û Seqba li beyaniya roja pêncşemê bi bermîlên teqîner û bi gaza kilorê hatibûn bombebarankirin û têde 124 kes tûşî bihinçikandinê hatibûn, tevlî hişyardariyên navdewletî yên tund ên derbarê sizakirina bikarhênerên çekên qedexekirî.

Ji aliyê hin çalakvanên Sûrî ve, parçevîdiyoyek ji nexweşxaneyên Xûta hatibû belavkirin, û têde dîdevanek ku rûbirû gazên jehirê hatibû diaxivî, û herwiha pizîşkek di parçevîdiyoyê de dibêje ku ew nesax rûbirû hilimkêşana gaza kilorê hatiye.

Herwiha Firinsa duhî gefên arastekirina êrîşeke leşkerî li dijî Rijêmê dubare kirin li dema kêmiyabarankirina sivîlan bête piştrastkirin, û wezîrê derve yê Firinsa Jean-Yves Le Drian, daxwaz ji Mosko kiribû ji bo neçarkirina Rijêmê li ser pabendiya bi biryara navdewletî ya 2401.

Û Tora Sûrî ya mafên mirov di raporteke xwe de gotibû ku li deh rojên piştî biryara 2401, 329 sivîl 57 ji wan zarok in li Xûtayê bi destê hêzên Esed û firokên Rûsî hatine kuştin.

Herwiha tekez kiribû ku nêzîkî 7 êrîşan li ser navendên zindî tevlî avêtina 81 bermîlên teqîner bi hilîkopteran, û êrîşeke bi napalim ji aliyê hêzên Rijêmê hatine pêkanîn.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Reva 50 Hezar Kesî ji Xûta bi Sedema Kiryarên Berdewam ên Rijêmê û Rûsiya