Rêxistina Amnesty duhî roja çarşemê li ser malpera xwe ya fermî projeyekî nû ragihand, ji bo têkildariya ligel çalakvanan û destnîşankirina çawaniya wêrankirina nêzîkî 80% ji bajarê Reqayê bi destê hêzên Hevpeymaniya navnetewî.
Ev proje ji hêla Amnesty hat ji bo “dûvçûna êrîşan” wek qonaxeke lêkolînê ya kûr ji aliyê Amnesty bi hevkarîya kompaniya Airwars, di çarçoveya tengahiyên giran de û encamên êrîşên Hevpeymaniya navdewletî di dema çar mehan de li dijî rêxistina çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê.
Amensty got ku qûnaxa nû ya lêkolînên wê, dê alîkariya bihezaran çalakvanên li ser înternetê bike bi riya bikaranîna wêneyên satelêtê, ji bo destnîşankirina wêrankariya oparesyona ku di çileyê pêşîn de (October) sala 2017’an bi dawî bû.
Rêxistina Amnesty hêvî dike ku Hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê neçar bike ku razî bibe berpirsiyariyek zêdetir der barê wêrankariyê hilgire, û encamdana vekolîneke taybet li ser kuştina bi sedan kesên sivîl, ku amarên Netewên Yekbûyî texmîn dikin, zêdetir ji deh hezar avahî an jî 80 % ji bajêr hatiye wêrankirin.
Herwiha ku Amnesty nîşanek nû pêşkêş kiribû di qonaxeke pêştir ji lêpirsîna xwe ya ku di hundirê bajarê Reqayê de kiribû, ku Hevpeymaniya navdewletî neçar kiribû li ser danpêdana bi kuştina 77 sivîlan, û bi giştî Hevpeymaniyê danpêdan bi mirina 104 kesên sivîl kiribû di oparesyonên xwe yên giran de.
Û mezintirîn şêwirmenda lêkolînên tektîkî ya tîma bersivdana krîzan ya girêdayî bi Rêxistina Lêborîna Navnetewî, Melina Marin got ku “ligel berdewamiya derxistina cinazeyan û gorên kom piştî bêtir ji salekê, ev tenê beşeke biçûk e ji wan rewşan “.
Û bajarê Reqayê tûşî şerekî dijwar hat di navbera hêzên hevpeymanê û milîsên “PYD” li aliyekî û rêxistina çeteyên DAIŞê li aliyekî din, ku bû sedema wêrankirina bajêr berî ku derfet li ber rêxistina DAIŞê bên vekirin ji bo vekişe li gor peymaneke nehênî, di demekê de ku cenazeyên rojane yên têne derxistin qebareya mezin ya mirina bi sedema vê oparesyona li ser bajêr aşkere dike.
Jêder: ofïsa ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê