Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî, daxwaz ji rêjîma Elesed kir, ku wan11 kesên li bajarê Elsiwêda di xwapêşananên vê dawiyê de girtine bilez berde.
Û Rêvebira Lêkolînên Rojhilata Navîn di rêxistinê de, Lîn Melof, got ku rêjîma Elesed careke din bi helmeta tirsandinê bi riya binçavkirina bikotekî û girtina bizorê redibe, da nehêle xwepêşanderên aştiyane metirsiyên xwe eşkere bêjin.
Û di daxwiyniyeke xwe de duh çarşemê, rêxistinê got ku helmeta serkutkirinê ya dawî diyar kir ku piştî derbasbûna 9 salan, hîn jî hikûmeta Elesed naxwaze kiryarên xwe yên hovane bighure.
Û Melof daxwaza serbestberdana bê merc ji tevaya girtiyên bikotekî re kir, û bal kişand ku xwepêşenderan ti guneh nekirine, û ti sedem ji girtina wan re tune ye.
Û Rêxistina Lêborînê ya navdewletî di daxwiyaniya xwe de anî ziman ku hêzên rêjîmê xwendekarek ku diçû dibistana xwe li ser xaleke sehkirinê girt, bi bihaneya ku têkliya wî bi xwapêşandanan re heye.
Û li gorî dawiyaniyê, ew girtî niha di girtîgeha Elsiwêda ya sivîl de ye, û 3 ji wan hatine agahdarkirin ku ew dê bo Dadgeha Tewanên Elsiwêda werin veguhestin ji bo dadgehkirnê.
Û daxwiyaniyê got ku Hikûmeta rêjîmê gef xwarine ku ew dê 8 girtiyên din veguhêze Dadgeha Terorê li Şamê ger xwepêşendan berdewam bimînin.
Û nişteciyên parêzgeha Elsiwêda xwepêşandan dijî hilweşîna rewşa jiyanayî lidar xistin, û xwepêşenderan tê de daxwaza rûxandina rêjîmê û serbestberdana girtiyan kir.
Û ev xwepêşandanên li parêzgeha Elsiwêda rûdidin, wek berdewamiyê ne ji xwepêşandanên xelkê deverê yên di destpêka salê lidar xistine re ne, wek nerazîbûnê ji rewşa aborî a ku welat tê re derbas dibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî