Yekîtiya Ewropî navê heft wezîrên rêjîmê li lîsteya sizayên taybet bi wê zêde kirine, lîste 277 kesên ko destê wan di tawankariyên cengê de li Sûriyê hene, hem jî 72 firakisyonên têkiliya wan bi rêjîmê re heye.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ku giring e alava bêlayen ya navdewletî ya serbixwe ya ko 2016ê çêbûye aktîv bibe, ji bo piştgiriya bizavên lêpirsîna yên tawankariyên cengê li Sûriyê pêk anîne.
Daxuyaniya yekîtiya Ewropî duhî anî ziman ko navê berpirsiyarên tawankariyên cengê û yên dijî mirovîniyê derheqê sivîlan cîbicî kirine di lîsteya sizayên Ewropî heye, û ew siza bi blokkirina malên wan e , û nehêlana derbasbûna wan li nav xaka Yekîtiya Ewropî, û qedexekirina danûstandinê digel kompaniyên di wê lîsteyê de.
Yekîtiya Ewropî ragehand ku “sizayên zêdetir amade ne, eger zordarî berdewam bimîne”, li gora daxuyaniya ko dîsa biryarên Biroksilê yên 16 adara 2018 derçûne bibîr anîne.
Sizayên li ser Sûriyê li ser betrolê û bend li ser bazirganiyê û berhemênanê, her weha malê mesrefa Sûrî ya navendî, hem jî bendkirina derçûna çekan û alav û amûrên ragehandinê yên ko ji bo zordariya navxweyî bikar tên.
Daxuyaniyê di dawiyê de got: Yekîtiya Ewropî tekez dike ko ew “bi dîtina çareseriyeke siyasî ya herdemî li Sûriyê pabend e, li gora biryarên encûmena ewlehiya navdewletî 2254 û daxuyaniya Cinêvê ya 2012ê”.
Her weha Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi biryarê da, û tekez kir ko giring e dosya dadwerî bi rêka damezirandina dadgeheke tawankariyên navdewletî ya taybetmend çêbibe, tako li tawankariyên cengê yên li Sûriyê û yên li dijî mirovîniyê pêk hatine bête nerîn, û bi taybetî astengkirina Rûsya li Encûmena ewlehiyê tako dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bête şandin.
Yekîtiya Ewropî dest bi ferizkirina sizayan li dijî kesayetiyên abûrî û siyasî ji destpêka çileyê pêşî sala 2011ê ve kiriye, û ji nav wan Beşar Elesed û takekesên malbata wî, hem jî kompaniyên danûstandinê bi rêjîmê re dikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans