Ehmed Ouzougou Serokê Rêxistina qedexekirina çekên Kêmyayî (OPCW), got ku hêjî êrîş li Sûriyê bi bermîlên teqîner yên gaza kilor û ya sarîn yên jehrê berdewam in.
Ouzougou, duhî roja duşemê di çavpêketinekê de ligel telviziyona NBC News, got ku nîşanên ji aliyê pisporên rêxistina (OPCW) ji şûnwarên êrîşên kêmyayî li Sûriyê hatine komkirin, hebûna keresteyên kêmyayî yên ticarî ji aliyê rijêma Esed ve nehatine ragihandin piştrast dike.
Ouzougou bal kişand ku tevî ragihandina rijêma Esed ji radestkirina sercem ambarên keresteyên xwe yên kêmyayî re li sala 2013’an, lê berdewamiya êrîşên bi çekên kêmyayî metirsiyan peyda dike li ser ku dibe wê hin keresteyên qedexekirî veşartibin.
Serokê (OPCW) tekez kir ku gelek dewletên rojavayî hest bi nîgeraniyê dikin, ji ber berhemên gaza sarîn hîn jî li rex rijêma Esed hene.
Hêjayê gotinê ye ku komîta peyketina rastiyan ya ser bi rêxistina (OPCW) ve, li 16’ê gulana îsal ragihandibû ku gaza kilorê ji aliyê rijêma Esed bi rêka avêtina bermîlan li ser bajarê Seraqib yê gundewarê Idlibê hatibû bikaranîn.
Herwiha ligor çavkaniyên bergiriya sivîl ya kumên spî, êrîşek ji aliyê hêzên Esed bi gaza kilorê li 4’ê reşemha borî li dijî bajarê Seraqib hatibû pêkanîn, û têde 7 sivîl rastî kişandina gazê hatibûn.
Tevî ku piraniya dewletên rojavayî tekeziyê li ser berpirsyaretiya rijêma Esed di ber kêmyabarankirina bajarê Dûma de li 7’ê nîsana borî dikin, ku têde bi kêmayî 78 kes hatibûn kuştin û bi sedan birîndar bibûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî / Wekalat