Human Rights Watch, daxwaz ji rêjîma Elesed kir ku divê yekser tevaya girtiyên ji ber beşdariya wan di xwepêşandanên parêzgeha Elsiwêda de hatine girtin serbest berde, û saziyê xwest lêpirsîn li ser bikaranîna tundiyê dijî xwepêşenderan çêbibin, û yên berpisyar werin sûcdarkirin.
Û lêkolînvana Sûrî di Saziyê de Sara Keyalî, di rapora saziyê ya duh yekşemê derketî de, got ku ji ber dîroka hovane ya Hikûmeta Rêjîma Sûrî, derketina xelkê cihê balkêşiyê ye, ku tevî hemî fişarên li ser xelkê; xwapêşandanên dijî rêjîmê berdewam kirin, û got ku divê Hikûmeta Sûrî têbighê ku rikberî dê bidome, eger desthilat di gendelî û serkutkirinê de berdewam be.
Û Lêkolînvanê got ku li şûna lêdan û girtinê; ji rêjîmê dihat xwestin ku li ser çareserkirina dozên ku xelk ji bo wan derketine kolanan raweste.
Û rêxistina mafnasî bal kişand ser doseya rêjîmê ya tijî îşkencekirina xwepêşenderên aştiyane û kiryarên kirêt dermafê wan û bidarvekirina dervayî yasayê, û ew kiryar li şaxên ewlekarî yên şamê bi xwe jî pêk dihatin.
Û berî bi demekê Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de tekez kiribû ku xwepêşandanên li bajarê Elsiwêda derketine û li kolanên bajêr meşyane, rastiya gelê ji ber sitemkariya hêzên ewlekariyê û rikberiya dijî rêjîmê eşkere dike.
Û hêzên asayîşên rêjîmê, duh yekşemê, avahiya parêzeran li bajarê Elsiwêda dorpêç kirin, piştî hin agahî belav bûn ku nêta parêzerên Elsiwêda heye ku rawestanekê ji bo serbestberdana girtiyan û cîbicîkirina yasayê lidar bixin.
Tê zanîn ku xwepêşandanên xelkê Elsiwêda hefteya yekê ji vê heyva em tê de dest pê kirine, û xwepêşandaran tê de daxwaza koçkirina rêjîmê û serbestberdana girtiyên di zîndanên rêjîmê de kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî