Dîsa rêkxistina Human Rights Watch ya navdewletî dosya êrîşên kîmawî yên li Sûriyê vekir di raportekê de vê dawiyê belav kir, têde rexne li civaka navdewletî kir ko vê dosyayê piştguh dike.
Rêkxistinê di raporta xwe de got Encûmena Ewlekariyê bêçare maye di misogerkirina çi pêşketinê di destnîşankirina berpirsê ko çekên kîmawî li Sûriyê bikar aniye, û li pêşberî dadgeha navdewletî siza bike.
Rêkxistinê destnîşan kir ko Rûsya 11 caran mafê redkirinê (Vîto) li Encûmena Ewlekariyê bikar aniye, ji bo rêjîma Esed ji pirotestokirinê an sizadanê an şandina dadgeha navdewletî biparêze.
Komîta hevbeş giha encamekê ku berpirsiyariya bikaranîna xaza sarîn di hustê rêjîma Esed de ye, û wê gaza sarîn di êrîşa ser bajarokê Xan Şêxûn di nîsana borî de bikar aniye, û jiyana bi dehan kes têk daye, û dora 400ê din birîndar bûne, her weha berpirsiyariya hin êrîşên kîmawî yên din dane ser milê rêjîmê.
Rêkxistin dibîne ko gerek endamên Netewên Yekgirtî berdewam piştgiriya darayî ji tîmên vekolînê yên ko ji bo vekolînê di tawankariyên li Sûriyê çêbûne de bikin, û berpirsiyarên wan destnîşan bikin.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, dibîne ko nekarîna Encûmena Ewlekariyê derbarê dirêjkirina karê komîta vekolîna navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kîmawî; mijareke şermezarî ye û navê Netewên Yekgirtî jî xerab dike.
Rêkxistina Human Rights Watch daxwaz ji desthilata Rûsya kir ko riya xwe biguhere û piştgiriya Encûmena Ewlekariyê bike di pirsiyana berpirsên êrîşên kîmawî de, çimkî Rûsya mafê Vîto li dijî karê komîtê bikar aniye, û wê yekê hişt karê komîtê di çêriya paşî ya borî de bidawî bibe, piştî ko danûstandin li ser dirêjkirina karê wê têk çûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans