Serokê Rêkxistina Human Rights Watch Kînît Rot tekez kir ko rêjîma Esed tawankariyên cengê yên nû li Sûriyê pêkanîne, piştî ko çekên kîmawî li dijî sivîlên Dûma li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê bikar aniye.
Rot ji Royterz re got: ‘’ Êrîşa kîmawî li dijî sivîlên Sûriyê yek ji tawankatiyên cengê ye, pencemuhra rêjîma Esed li ser heye, û dibêne ko hevalbenda wê Rûsya beşdariya wê di berpirsiyariya tawankariyê de dike.‘’
Berdewam kir û got: ‘’divê dewletên cîhanê fişarê li ser serokê Rûsya Viladîmêr Potîn bikar bînin berî ko welatê wî di cehzerana dahatî de mêvandariya kopa fotbolê ya cîhanî bike.‘’
Rot got ku bikaranîna çekên kîmawî tawankariya cengê ye, û ew kesên li Dûma hatine amanckirin sivîl in, û Beşar berê jî ev kiryar kirine.
Û got ku bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlên ku xwe di jêrzemînan de veşartine awayekî rêjîm ye, ne tenê ji aliyê şêweyê armanckirinê, lê belê ji aliyê dijîtiya sivîlên li herêmên rizgarkirî.
Rot destnîşan kir ko : ‘’ Esed berê jî çekên kîmawî bikar anîne, ne tenê ji ber ko ew çek kuştinê bêtir dikin, lê ji ber ko ew tirsê bêtir di nav xelkê de çêdikin û moralên dijberên wî lawaz dikin.‘’
Rot got ko hin dîdevanan anîn ziman ko firokeke perwane ya rêjîmê butleke gaza kîmawî avêtiye, vê dawiyê hatiye dîtin, û guman dike ko behaneyeke xurt heye mirov bibêje Rûsya di berpirsiyariya tawankariyê ya istiratîciya rêjîmê li dijî sivîlan de beşdar e.
Birêveberê cîbicîkirinê yê rêkxistinê got ku ev tawankarî binpêkirineke metirsîdar e ji peymanên Cinêvê re, û divê yên pê rabûne li pêşberî dadgeha navdewletî an dadgeheke taybet bo Sûriyê di paşerojê de dadgeh bibin.
Encûmena ewlehiya navdewletî duh duşembê rûniştineke awarte lidar xistiye, ji bo êrîşa kîmawî ya rêjîma Esed li ser bajarê Dûma gotûbêj bike, di heman çaxê ko Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko rêjîma Esed têkeve dadpirsînê ji ber ko gelek caran çekên kîmawî bikar anîne, û daxwaz kir ko dosyayê ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bişînin.
Nûnera Emerîkî Nîkî Hîlî di rûniştinê de gef dan ko welatê wê dê bi tena xwe tev bigere, eger Encûmena ewlehiyê berpirsiyarên êrîşa kîmawî li ser Dûma siza neke.
Û çend dewletên Erebî û yên Rojavayî êrîşa firokên rêjîma Esed bi çekên kîmawî derheqê sivîlên bajarê Dûma li Xûta rojhelat pirotesto kir, di êrîşê de dora 100 kesî şehîd ket û bi sedan birîndar bûne. Hin berpirsiyaran daxwaz kirin ko êrîşeke leşkerî bidin ser bargehên rêjîmê yên leşkerî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî