Rêkxistineke mafnasiya navdewletî tekez dike ko rêjîma Esed destê xwe datîne ser alîkariyên mirovî yên ko ji rêkxistinên navdewletî bo xelkên belengaz têne pêşkêşkirin, û bal kêşand ser ko rêjîma Esed mercên xwe feriz dike û wan alîkariyên mirovî delîve dibîne bo berdewamkirina siyaseta xwe ya zordarî derheqê sivîlan.
Rêkxistina Human Rights Watch di raporta xwe ya li jêr navê ‘’Rêjîma Sexte: Siyasetên Desthilata Sûrî bo Delîvekirina Alîkariyên Mirovî û yên Nûavakirinê‘’, û hişyarî da aliyên ko kartêker in di biwara mirovî de ko di binpêkirinên mafên mirovan de beşdar nebin
Di raporta rêkxistinê de – ya ji 94 rûpelan e- ya ko bargehê wê li New Yourkê ye hatiye: ‘’ Rêjîm alîkariyên mirovî û alîkariyên nûavakirinê carna li hin cihan delîve dike, û ji bo xurtkirina siyaseta binpêkirinê bikar tîne.‘’
Rêkxistina mafnasiyê agahî da ‘’yên ko piştgiriyê dikin û alîkariyan didin, ko siyaseta xwe biguherin ji bo çi alîkariya pêşkêş bikin dabînkirî be‘’, û rêjîma Şamê tawanbar kir ko alîkariyên mirovî û yên dîsa-avakirinê delîve dike.
Birêvebera beşê rojhelata navîn ya “Human Rights Watch”, Lema Feqîh, got: ‘’Tev li durvê wê yê baş, siyaseta alîkariyan û dîsa-avakirinê ji bo sizakirina yên ko rijêm wan hevrikên xwe dibîne bikar tê, û pê piştgiriya hogirên xwe dike. Û berdewam kir ku çarçoveya ko desthilat bo alîkariyan bikar tîne mafên mirovan binpê dike, û gerek e yên wan alîkariyan didin di binpêkirina mafên mirovan de beşdar nebin. ‘’
Raporta rêkxistinê ya ko li gora dîdevaniya karmendên hawarhatinê û yên alîkariyê didin û pisporan û yên sûdeyê werdigirin e, destnîşan kir ko rêkxistinên mirovî yên ko li Sûriyê kar dikin fişar li wan dibe tako daxwazên desthilatê pêk bînin, û ji tirsa ko nikaribin bigehên kesên amanckirî an jî nehêlin kar bikin.
Rights Watch anî ziman ko desthilata rêjîmê ‘’gihaştina rêkxistinan bo civakên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye asteng dike, an dibêje gihaye wan, û bi cûreyekî bijartinê pirojeyên alîkariyan erê dike, û mercan li ser wan kesên xwecihî yên alîkariyan belav dikin datînin, û xwe bi wan re dikin hevpar‘’.
Raporta rêkxistinê tekez kir ko aliyên ketine pirosesa dîsa-avakirina Sûriyê; gelek astengiyan dibînin, ji wan jî: ‘’Aloziya gihiştina herêmên pirojeyan, û hevbeşiya xwe dikin wek mercekî bi wan kes û aliyên re yên destê wan di binpêkirinan de heye‘’. û li gora raportê, karîna rêkxistinan ya danûstandinê bi rêjîmê re nîn e.
Rights Watch dibîne ku gerek rêkxistinên mirovî û dezgehên Netewên yekgirtî û aliyên piştgir li ser çend pêngavan biçin, tako dabîn bikin ko karê wan alîkariyê di binpêkirinan de neke, bi riya kartêkerkirina mîkanîzmeke navendî ji bo hevrêzkarî û pevguhertinê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û hevrikiya Sûriyê hişyarî da ji delîvekirina rêjîmê ji alîkariyên mirovî re û birêvebirina wan li gora siyasetên xwe,
Hevbendiyê got ku çi dewleta alîkariyê ji bo dîsa-avakirinê li jêr desthilata Esed bike, ew jê re dibe piştgir û di hemû tawanên li dijî mirovîniyê ko rêjîmê salên berê kirine hevpar e, û destnîşan kir ko çi pirosesa dîsa-avakirinê divê li gor çareseriyeke siyasê be, ko ewlehî û aramiyê li herderên welat misoger bike
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî