Îro roja sêşemê nêzîkî 30 dewlet civînekê li paytexta Firensa li Parîsê ji bo peyketin û dadgehkirina berpirsên bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê lidar dixin, piştî êrîşeke hêzên Esed bi gaza kilorê ya jehrî li ser bajarê Dûma li gundewarê Şamê.
Ev civîn ya bi beşdariya Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson tê bi armanca ragihandina destpêşxeriyekê ji bo dupatkirina sizadana bikarhênerên çekên kîmyayî.
Û wê nûnerên dewletan sozê li ser dabeşkirina pêzanînan û tomarkirina lîsteyan bi navên kesên gunehbar bi bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê û tevî cihên din li Cîhanê yên pêwîst bêne sizadan, bi sazayê bilokirina darayî û qedexekirina vîzayan û peyketina dadwerî li ser asta dewletan.
Bergiriya sivîl ya Sûrî duhî gotibû ku gaza kilorê ji aliyê hêzên rijêma Esed di bombebarankirina navçeya Xûta rojhilat de hatiye bikaranîn, û diyar kiribû ku bi kêmayî 13 kes li bajarê Dûma li rojhilatê Şama paytex rastî xenqandinê hatibûn.
Ji aliyê xwe ve, rêveberiya saxlemiya Xûta rojhilat diyar kiriye ku nîşanên li ser nesaxan diyar dibin, amaje bi gaza kilorê didin, û li ser zimanê nesaxan ên ji şûnwarê êrîşê belav kiriyine ku bihn wek bihna gaza kilorê bû.
Herwiha tîmên bergiriya sivîl bangewazî daye civaka navdewletî , ji bo sivîlan bilez biparêze, û êrîşên dijwar li ser Xûta rojhilat ya dorpêçkirî rawestîne.
Û bergiriya sivîl bang li saziyên sivîl û mafnasiyê yên xwecihî û navdewletî kiriye, da destêwerdanê bikin ji bo rihakirina xûta rojhilat û bikaranîna fişaran li ser aliyên kartêker û rawestandina oparesyonên leşkerî li dijî sivîlan, û gihandina alîkariyên pêwîst û rakirina nesaxan bo wergirtina çareseriya pizîşkî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat