Rêxistina Lêborîna navdewletî “Amnesty” careke din goman xist li ser oparesyonên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û milîsên PYDê yên par li dijî rêxistina DAIŞê li Reqayê, û amaje bi wê yekê kir ku dibe binpêkirin li ser yasa navdewletî ji aliyê hêzên êrîşker bi riya çêkirina metirsiyê li ser jiyana sivîlan bûbin.
Amnesty duhî raportek li ser malpera xwe belav kir û got ku di oparesyonên Hevpeymaniya Navdewletî de yên ji bo rizgarkirina Reqayê ji destê rêxistina DAIŞ, rêşûnên pêwîst yên ji bo parastina sivîlan û kêmkirina asta ziyanan nehatibûn standin.
Amnesty bal kişandiye ku sivîl hatine kuştin û birîndarkirin û avahî û navendên jêrxana bingehîn di êrîşên firokên Hevpeymaniyê de hatine wêrankirin, bi binpêkirina yasa navdewletî ya mirovî.
Amnesty behsa rewşa çar malbatan kiriye û gotiye ku ew nimûneyin ji gelek nemûneyên berfereh in, û “belgeyeke eşkere ye ku sivîl di êrîşên Hevpeymaniyê de hatine kuştin û birîndarkirin, û yasa navdewletî ya mirov binpê bûye”.
Amnesty daye zanîn ku teqemeniyên bihêz di êrîşên esmanî de li ser avahiyên pir qerebalix yên sivîlan di wan herçar doxên hatin di raportê de hatibûn bikaranîn.
Û derbarê çar doxên hatin di raportê de, raportê gotiye ku “dîdevanan di gotinên xwe de gotibûn ku di demê êrîşan de çi çekdar li navçeyên nêzîk nebûn, û wek van êrîşan dibe yekser ji bo armanckirina sivîlan be û yan li dijî armancên medenî be û yanjî êrîşên bi tewşî bin”, û gotiye ku ev êrîş digehêjin li astê tawanên şer.
Rêxistinê çavpêketinên bi 112 kesan re ji xelkê Reqayê bi riya romalîneke meydanî li heyva reşemhê pêk anîbû, û serdana 42 şûnwarên êrîşên esmanî û yên topxane û rokêtên “Mortar” kiribû.
Û herwiha oparesyonên Reqayê hevdem bûn ligel rengekî din yên tawanên li dijî sivîlan, ku di girtevîdiyoyekê de kuştina çar sivîlan bi guleyên milîsên PYDê li ser cadeyan yan li pêşiya malên wan diyar dibe.
Amnesty daxwaz ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir ku bi ziyanên êrîşên xwe yên li ser Reqayê mukur werin, û herwiha pêzanînên pêwîst pêşkêş bikin ji bo pêkanîna lêpirsîneke serbixwe û qerebokirina qurbaniyan.
Rêxistinê daxwaz ji dewletên Hevpeymaniya Navdewletî kir ku destpêşxer bin ji bo pêkanîna lêpirsînên pêwîst derbarê binpêkirinên bûyîn di derheqê sivîlan de, û herwiha bi kuştina sivîlan û wêrankirina milk û avahiyên xelkê Reqayê mukur werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî