Rojnameyeke Birîtanî tekez kir ku hêvî hêj heye ji bo sizakirina rejîma Esed piştî encamdana tawanên şer derheqê welatiyên sivîl li Sûriyê, û dozên dadwerî û yadaştnameyên rawestandinê derheqê berpirsên rejîmê ji aliyê dadgehên Ewropî ve bilind nirxandin.
Rojnameya Observer ya Birîtanî di gotarekê de ku di jêr navê “Divê berpirsên êş û azarên Sûriyê bêne sizakirin”, got ku tevî Rûsiya nahêle hewlên lêpirsîna di tawanên şer de yên Esed pêk anîne biçne serî, lê hêviyeke biçûk heye.
Nivîskar “Saymon Tîsdar” di gotara xwe de amaje bi wê yekê kir ku “Lêkolîna dadweriyê divê berpirsyaretiya dektatorê Sûrî ya sereke di ber şer û tawanên ku di heyama heşt salan de kiriye veneşêre, û wî ev yek pêk netanî heger destik û piştevanên wî ji Îranî û Hizbulah û Rûsan alîkariya wî nekirbana.”
Tîsdal lê zêde kir ku “Esed şerek destpê kir ku nîv milyon Sûrî winda kir, û nivê welatiyên Sûriyê yên ku hejmara wan 23 milyon e bêwar kirin, bi awayekî ku krîzeke mezin durst kir mîna şerê cîhanî yê duyem”.
Tîsdal diyar kir ku Esed û piştevanên wî ji biyaniyan, bi taybet serokê Rûsiya Vlademîr Putin, berpirs in di ber êrîşên asîmanî yên tund ên navendên sivîl wek nexweşxane û dibistan û komelgeh armanc dikirin, bi merema ku tirisê têxe dilê dijberan da neçar bibin ku xwe radest bikin.
Herweha nivîskar got ku rejîmê bi hezaran dijber û alîgirên wan îşkence kirin û kuştin, û Esed yê ku ji aliyê Mosko ve tê piştevanîkirin çekê kîmyawî bêhtir ji 100 carî bikar anî, û ev yek binpêkirin bû ji rêkrftina tinekirina cebilxaneya xwe ya kîmawî ya ku di sala 2013an de dev jê berdabû.
Nivîskar tekez kir ku şopandina nîşanan ne zehmet e, û gelek hene, û mekanîzma lêpirsînê di tawanên metirsîdar de li Sûriyê ya ku Neteweyên Yekgirtî di sala 2016an de ew damezirandiye bi awayekî serbixwe di rêya mekanîzmeke navdewletî re bi hezarên tawanên ku rejîmê pêk anie belgeh kirine.
Nivîskarê navborî got ku “erşîfa bi navê Qeyser ya ku 6700 termên kesên ku zindanan de hatine kuştin belgeh kiriye, delîleke diyar e û şehadeyên kesên ku hatine îşkencekirin hene û Neteweyên Yekbûyî û dezgehên nehikûmî û rêxistinên mafên mirovan ev yek li cem xwe jî tomar kirne”
Tîsdal weha jî dibêje “hêj hêviyeke biçûk heye, ku dadgehên niştîmanî li Ewropa û bi fişara çalakvanan dest bi bikaranîna desthilatdariya navdewletî dikin, ku dihêle dewlet mafê yasayê bikar bînin li dijî ewên ku tawanên şer pêk anîne”.
Nivîskarê Birîtanî gotara xwe wiha bidawî anî”karînên wêrek hêjayî piştevanî û serxistinê ne, û ew take hêvî ye da ku Esed li pêşiya dadê raweste, di dema bêdengiya navdewletî û sernekeftina hikûmetan de “.
Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê