Rojnameyeke Elmanî hişyarî daye derbarê amadekirina rêjîma Esed ji lîsteyan re bi navên bi milyonan penaberên Sûrî, ji bo dema li gora plana Rûsî vegerin tola xwe ji wana veke, ji ber beşdarbûna wan di çalakiyên şoreşê de.
Rojnameya “Bild” ya Elmanî diyar kir ku wî di rêya derketina belgeyin civînekê re ku di navbera serokê ewlehiya asmanî Cemîl Hesen û 33 efserên ewlehiyê yên din bû, axaftina wan li ser kuştina milyonên Sûriyên vegerin ne, û navên 150 hezar karsazên ko piştgiriya hevrikiya Sûriyê kirine di nav wan de hene.
Rojnameyê bal kişand ser ko Elhesen di civînê de gotiye: ‘’çi kesê ko di serhildanê de beşdarî kiriye, çi bi nehînî yan bi gotinan an bi kiryaran an bi bêdengiyê be, dê berpirsiyariyê hilgire, divê em li van sê milyonan wekû tirorist binerin, û piştî vegerin wan tune bikin. ‘’
Rojnameyê bêtir got ku wê penaber têkevin metirsiyeke mezin piştî vegerê; eger garantiyeke navdewletî an veguhastina siyasî tune be, û destnîşan kir ko yên vegerin wê di navbera du bijarteyan de bin, an dê kuştî bin, an kujerên hevrikiyên rêjîmê bin.
Cemîla Şîver cîgira serokê partiya Keskan ji rojnameyê re got: ‘’yê li ser vegera penaberan nuha dipeyive, dûrî mirovahiyê ye, an nizane çi li cîhanê çêdibe‘’, û weha jî got: “Heta niha ti nîşanên aştiyê li paşeroja berçav li Sûriyê nîn in”.
Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Riyad Elhesen, duhî got ko rewş diyar dike ku Rûsya nikare kirdeyên rêjîmê kontrol bike, piştî çend tawankariyên hêzên rêjîmê derheqê sivîlan li herêmên ko bi hêzê hatine kontrolkirin.
Elhesen got ‘’Ev tişt aliyê reş yê rola Rûsî û asta karîna wê ya kontrolkirina hêzên rêjîmê û milîtanên serberdayî yên din aşkere dike”, û dibîne ko ew garantiyên Rûsya ji civaka navdewletî re pêşkêş kirine, tu buhayê wan nîn e.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê