Rojnameyeke Firensî nîgarine tirsank ên rewşa zindanên rêjêma Esed diyar dikin belav kirine, hunermendekî Sûrî ew tablo saz kirine, ku ew bixwe ezmûna zindanê piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê jiyaye.
Rojnameya Lîbrasiyon ya Firensî gotarek li jêr navnîşana “bîrokiratiya mirinê ‘’ belav kiriye, têde hunermendê Sûrî Necah Elbuqaî” ezmûneya tehl ya ko jiyana bi dehhezaran kes têk daye, digel nîgarên ko ewê rewşê şirove dikin diyar kiriye, têde awayên êşkencedanê yên rêbazkirî ko dezgehên ewlehiya hêzên rêjîma Esed pê radibin nigar kirine.
Raportên mafnasiyê destnîşan kirine ko awayên êşkencedanê hovane û mezhebî ne. Toreya Sûriyê ya mafên mirovan got ko navên 118hezar girtiyên Sûrî libal wê hene, 88% ji wan di girtîgehên rêjîma Esed de ne, aliyine din yên mafnasiyê texmîn dikin ko hejmar ji wisa bêtir e û bi taybetî ko bi dehhezaran kes hene bi kotekî hatine wendakirin.
Human Rights Watch gumanê dixe ser gotina rêjîmê ya ko dibêje ew “bi kirîza dilî mirine”, û daxwaz ji rêjîmê kir ko bersiva gelek pirsan bide derbarê çawaniya mirina girtiyan di hundirê zindanan de, û nabe ko mirov tenê bi pelgekê têde roja mirina wan hatiye nivîsandin bawer bike.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku giring e vekolîn di tawankariyên cengê de bibin, û berpirsiyarên wan bişînin dadgeha tawankariyên navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê