Şam, sala 2018 ket pileya herî nizim di nav paytextên cîhanê de ji aliyê asta jiyanê, li gora pîvanên hûrbîn wek rêjeya tawankariyê û gendelî û çavdêrî û astengkirina azadiyê.
Çavdêr dibînin ko ev rewşa Sûriyê ji ber belavbûna milîtanên tirorist yên bi ser rêjîmê ve ye, yên ko hemû bargehên welat kontrol dikin, û tawankariyên kirêt dijî sivîlan pêk tînin.
Li gora ko rojnameya xwecihî ‘’Ineb Beledî’’ belav kiriye, li gora pîvera ‘’Mercer’’, paytexta Sûrî Şam di pileya 225an de hatiye , li pêşiya Sen’a û Bexdad yên ko li dawî ne.
Ragihandina vê pileya nizm di heman roja ko xelk ahengên roja bajaran a cîhanî lidar dixin de ye, ew roja ku komelgeha giştî ya netewên yekgirtî di sala 2013ê de biryar pê daye, bi amanca bihêzkirina viyana civaka navdewletî ya belavkirina şarestaniyê li ser asta cîhanê.
Berê jî raporta rewşa jiyanê ya salane ya sala 2017ê, diyar kiribû ku Şam pîstirîn bajarê cîhanê ye ji bo jiyanê, di heman mijarê de Bajarê Melboren yê Ostralî çaktirîn bajar bo jiyanê derketibû.
Û xelkên Şamê derdê pisbûna rewşa jiyanê dikşînin, û fakterên jiyanê yên bingehîn wek av û kehrebê lê nîn in, zêdebarî buhabûna tiştan û kêmbûna dahatiya mehane ya takekesekan ku 50000L.s anko 100 dolar e.
Li gel vê yekê jî hin taxên Şamê bi tevayî wêran bûne, ji encama operasiyonên bombebarana asmanî û topbarana ji hêla hêzên Esed û milîtanên hevalbendên wî ve.
Her weha rêkxistinên mafnasiyê yên navdewletî raportine mezin derbarê operasiyomên kuştina girtiyan di hindirê zindanan de derxistina, û wêneyine bi dizî derketine, êşkenceya girtiyan ya bi tundî diyar dikin.
Netewên Yekgirtî di tebaxa bûrî de buhayê nûavakirina jêrxanê bi nêzî 400 milyar dolarî texmîn kir, û Emerîka, Yekîtiya Ewropî, Yaban û Keneda tekez kirin ko ew di operasiyona avakirinê de beşdar nabin; eger veguhastina siyasî li welat çênebe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî