Rêxistina saxlemiya cîhanî, îro roja çarşemê bal kişand ku nêzîkî 500 kesên ji Dûma ya Xûta rojhilat qesta nexweşaneyan kirine ji ber diyarbûna bandora jehra çekên kêmyayî li ser wan”
Cîgirê rêveberê giştî yê rêxistina tengavî û hawarhatinê, Bîter Selamê, daxuyaniyek ji Cenêvê li ser êrîşa kêmyayî li ser Dûma ya Xûta rojhilat da, û têde daxwaz kir ku “bilez û bêastengî rê bête vekirin li pêşiya gihiştina navçeyê ji bo nirxandina rewşa tenduristî û peydakirina hawarhatina pizîşkî bo pêdawîstiyên giştî yên rewşa saxlemiyê”.
Û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî li roja sêşemê gotibû ku ewê şandeke dûvçûna rastiyan bişîne bajarê Dûma yê çekên kêmyayî ji aliyê rijêma Esed lê hatibûn bikaranîn .
Ji aliyê xwe ve, balyoza Amerîka li NY, Nicky Healy, gotibû ku “Rûsiya rastgoya konseya ewlekariyê têkşikand”, piştî bikaranîna vîto li dijî pirojebiryara Amerîka ya derbarê damezarandina mîkanizmeke serbixwe ya lêkolînê li ser bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê”.
Û ji aliyê xwe ve, serokê rêxistina “Human Rights Watch”, Kenneth Roth, dubare tekez kiribû ku tawanên şer ên nû li Sûriyê ji aliyê rijêma Esed ve hatine pêkanîn, piştî bikaranîna çekên kêmyayî li dijî Dûma ya Xûta Rojhilat.
Û “Roth ” gotibû ku êrîşa kêmyayî li dijî sivîlan tawaneke şer e, û pencemuhra rijêma Bişar Esed li ser heye, û dît ku hevalbenda wê Rûsiya hevpara wê ye di tawana ku heye bi çekên kêmyayî pêk hatibe.
Hêjayê gotinê ye ku civîneke awarte ji aliyê konseya ewlekariya navdewletî ve li roja duşemê hatibû lidarxistin, ji bo gengeşekirina êrîşa kêmyayî ya ji aliyê Rijêmê li ser bajarê Dûma hatibû pêkanîn, û têde bi sedên sivîlan şehîd ketibûn û birîndar bibûn, û karvedan û şermezarkirinên navdewletî û gefên bersivdanê dijî wê diyar dibin.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza dadgehkirina rijêma Esed û rakirina fayilê tawanên wê bo dadgeha tawanên navdewletî kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî