Rêxistina saxlemiya cîhanî amaje bi bilindbûna rêjeya bombebarankirina saziyên pizîşkî îsal li Sûriyê kir, bi eşkerekirina encamdana 28 êrîşan li ser Xûta rojhilat li heyva reşemehê bi tenê, û dît ku ev yek “nayê pejrandin”.
Saxlemiya cîhanî, îro roja înê got ku lêkolîn li ser nêzîkî 67 êrîşan li ser avahiyên saxlemiyê û karmendên biyavê pizîşkî li Sûriyê di herdu heyvên çile û reşemeha îsal de hatin piştrastkirin, û bal kişand ku ev êrîş biqasî nîvê êrîşên sala borî bûn, û da zanîn ku ev yek “nayê pejirandin”.
Û Christian Lindmayer, berdevka saxlemiya cîhanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de li Cenêvê tekez kir ku lêkolîn hatin pêkanîn derbarê 39 êrîşan li ser avahiyên saxlemiyê û ambulans û dermanxaneyan li heyva reşemehê bi tenê, û got ku ji wan 28 êrîş li ser Xûta û 10 li ser Idlibê û êrîşek li Himusê hatine pêkanîn.
Û ev amar hevdem tên ligel encamdana êrîşên leşkerî yên berfireh ji aliyê Rijêmê û milîsên Îranê li ser navçeyên cuda yên Sûriyê û nemaze li dijî sivîlên Xûta rojhilat, û ligor amarên nefermî bûne sedema kuştina zêdetir ji 800 kesî li Xûta bi tenê.
Bergiriya sivîl ya Sûrî gotiye ku tîmên wê berdewam in di rakirina termên kuştî û laşên birîndaran ji bin wêraniyan, û bal kişandiye ku gelek kes di binê erdê de hatine kuştin û derxistina termê wan karekî zehmet e, tevî ku navendên bergiriya sivîl jî rastî êrîşan tên û birîndarbûna hejmarek ji xwebexşên wê.
Hevbendiya Niştimaniya Sûrî ji aliyê xwe ve, berdewamiya êrîşan li ser Xûta rojhilat bi kiryarên cenosîdê dîtin, û civaka navdewletî berpirsyar dît li hember van karan, û bi taybetî berpirsyaretiya çarenivîsa derdora 400 hezar sivîlên dorpêçkirî bi carekî xist stûyê Rûsiya.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî