Li hember êrîşa hovane ya berdewam ya hêzên rejîma Esed û alîgirên wê li ser Idlibê, duhî roja duşemê, hin welatên Ewrûpayê, di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaza rawestandina êrîşa li ser Idlibê û derdora wê bi awayekî bilez kirin.
Brîtanya, Fransa û Almanya di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaza bidawîkirina êrîşên leşkerî li deverê kirin, xemgîniya xwe ya giran xuya kirin hember pêla tundûtûjiyê ya li vê dawiyê ku têde zêdetir ji 120 kesên sivîl hatine kuştin.
Li gor daxuyaniyê, “êrîşên esmanî yên li ser navendên welatiyan û topbarana bêseruber û bikaranîna bermîlên teqîner, herweha armanckirina binesazîya medenî û însanî, bi taybetî jî dibistan û navendên tenduristiyê, hemû yasayên mirovahî yên navnetewî binpê dikin”.
Daxuyaniyê got ku “divê zêdegaviyên leşkerî rawestin”, lê hêzên hukûmeta Esed berdewam in li ser êrîşa xwe ya esmanî bi bermîlên teqîner û êrîşa xwe ya bejayî, herwiha balafirên Rûsya berdewam in di êrîşên xwe de.
Hevdem ligel zêdebûna metirsiyan ji ber zêdebûna êrîşên esmanî li dijî deverên rizgarkirî li Idlibê, li roja înê, ji aliyê konseya Ewlekariya NY li ser daxwaza Belcîka, Almanya û Kuweytê civîneke awarte li ser rewşa Sûriyê lidar ketibû.
Herwiha li demekê pêştir, çend welatên Ewropayê, wekî Fransa, Almanya û Belcîkayê ji berî destpêkirina civîna Konseya Ewlekarîya NY li ser rewşa Libya û Sûriyê, dilgiraniya xwe li ser êrîşên berdewam ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbendên wê li ser parêzgeha Idlibê anîbûn ziman.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, xuya kirbû ku rejîm bi rêya berdewamkirina oparesyona xwe ya leşkerî ya hovane li ser deşta Idlib û Hemayê, bizavê ji bo têkişandina her gavekî ber bi prosesa siyasî de dike.
Gelê Sûriyê çavrê ye ku fişarên Ewropayê û Tirkiyê bibin hokar ji bo rawestandina êrîşa hovane ya Rûsyayê li ser Idlibê, ku bûye sedema koçberbûna nêzîkî 350,000 kesên sivîl, şehîdbûn birîndarbûna bi sedên sîvîlan, wêrankirina 16 navendên bijîşkî û herî kêm 28 dibistanan.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî