Tora Sûrî ya mafê mirov duhî raportek belav kir li ser şehîdbûna nekêmtir ji 42 kesên mediyakar di sala 2017’an de, û xanimek jî di nav wan de hebû.
Torê diyar kir ku rêjeya bilind ya kuştin mediyakaran bi destê hêzên Esed û hevalbendên wê ye, û zêdekir û got ku hêzên Esed û Rûsiya berpirsyar in di ber kuştina 21 mediyakarî de.
Li aliyekê din yê raportê, girûpên tundrew bi kuştina 11 ji mediyakaran hatin tometbarkirin, û bal kişand ku 3 mediyakar bi destê hin tabûrên din hatine kuştin, û got ku rojnamevanek bi destê hêzên hevpeymaniya navdewletî hatiye kuştin, û şeşên din bi destê hin aliyên din ên ku navên wan nehatiye diyar kirin di raportê de.
Û di raportê de hatiye ku 47 mediyakar birîndar bûne dema bi karê xwe radibûn, ku 37 ji wan bi sedema bombebarankirina firokên Rûsiya û yên rijêma Esed hatine birîndarkirin.
Herwiha raportê amaje bi revandin û girtina 93 mediyakaran kiriye, ku bi piranî hatin serbestberdan ji bilî 6 ên bi destê Rijêmê hatine girtin.
Tora Sûrî ya mafên mirov cext kir li ser giringiya encamdana lêpirsînên dadperwerî û dadgehkirina berpirsyarên armanckirina rojnamevanan, ji ber rola rojnamevanan ya giring ji bo dûvçûn û romalîna bûyerên li welêt.
Tora navhatî rijêma Esed bi kuştina bi sedên rojnamevan li Sûriyê tometbar kiriye, û daxwaza pirotestokirina tawanên di derheqa karên rojnamevanî de kiriye û veguhestina rastiyê ji her aliyekê û daxwaza dadgehkirina tawanbaran kiriye, û parastina mediyakaran ji encûmena ewlehiya navdewletî kiriye.
Tora navhatî di dawiya raporta xwe de daxwaz ji dewletên gerantor kiriye ku rê li pêşiya kiryar û girtinên bitewşî yên rijêma Esed yên di derheqa çalakvan û mediyakaran de dibin bigirin, û daxwaza diyarkirina çarenivîsa girtiyên di zîndan û girtîgehên wê de kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku Yekîtiya rojnamevanên navdewletî di raporta xwe ya salane de, bal kişandibû li ser kêmbûna rêjeya binpêkirinên dijî rojnamevanan li sala 2017’an , ji bilî Sûriyê, û derbarê Sûriyê gotibû ku “hêjî rewşa rojnamevanan li Sûriyê metirsîdar e”.
Herwiha li nîva heyva borî, rêxistina ” peyamnêrên bêsînor” serjimêriyeke salane belav kiribû û têde Sûriya du salan di rêza pêşiyê hatiye, di nav metirsîdartirîn dewletên cîhanê yên metirsîdar in ji rojnamevanan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî