Serokê Tirkî Receb Teyib Erdogan tekez kir ko welatê wî dixwaze Minbic û herêmên ko milîtanên PYD li rojhelatê Ferat dagîr kirine pak bike, û bal kişand ser ko wê wisa herêm aram bibe.
Di pey re hate ragehandin ko Emerîka û Tirkiyê li bajarê Mibicê dest bi rahênanên hevbeş kirine, wezîrê derve yê Emerîkî, wezîrê berevaniyê yê Emerîkî Cîm Matyas îro sêşembê got ku welatê wî û Tirkiyê dest bi rahênanên hevbeş li herêma Minbic kirine.
Matyas ji acansa Royterz re got ‘’ nuha rahênan hene û divê em li hêviya encamên bûyeran bimînin gelo wê çi bibe‘’, û berdewam kir: ‘’ Gelek sedemên me hene bo bi karên hevbeş rabin, yên ko dê di demeke destnîşankirî de pêk bên, piştî ko rahênan bi awayekî dirist tekûz bibe.‘’
Herêmên ko milîtanên PYD wan kontrol dikin, herdem nerazîbûn li wan hene, çimkî binpêkirina mafên mirovan derbarê sivîlan de dibe, toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya dawî ya di cehzerana 2018ê de derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê, diyar kir ko milîtanên PYD berpirs in di ber kuştina 31 sivîlî de, ji adarê heta cehzerana 2018ê, û destnîşan kir ko bêtir ji 300 kesan di zindanên wan de girtî ne. Û jêderin ragehandinê destnîşan dikin ko hejmara girtiyên di zindanên PYD de hezar derbas kiriye, jin û zarok jî di nav wan de hene, bi sedema ko girtin vê dema dawiyê bêtir bûne.
Enqere û Waşinton di destpêka cehzerana bûrî de gihane nexşerêkekê ji bo aramî û hêminî li bajarê Minbic pêk bên, hem jî hemû milîtanan jê derkevin û encûmenên xwecihî di dema 60 rojî de bêne damezirandin.
Jêder: ofêsa ragehandinê ya hevbendiya niştimanî