Şeş Dewletên Ewropî Endam di Encûmena Ewle ya Navdewletî de, di daxwiyaniyeke hevbeş de piştî bi dawîkirina civîneke girtî, duh sêşembê, daxwaza sizakirina berpisyarên rêjêma Essed yên tevlî bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê bûne di 2017an de kirin.
Û her şeş dewletan” Balçîka, Îstoniya,Firansa,Almaniya,Polenda û Birêtaniy” pêşwziya xwe derbarê biderketina rapora yekemîn ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di 8 nîsana borî de anîn ziman.
Û Balyozên Dewletan di daxwiyaniyê de gotin: “em bi temamî encamên raporê erê dikin, û bi cextî bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rêjîmê ve li gorî raporê şermezar dikin”.
Û daxwiyaniya hevbeş cext kir ku” divê berpirsên ji ber bikaranîna çekên kîmawî bêtin nîşankirin, û lêpirsîn jiber wan karên kirêt pêre bibin” û bal kişandin ku ” bikaranîna çekên kîmawî ji aliyî kîjan kesî be û li kîjan cihî be û di kîjan demê de be û di bin çi rewşê de be ew binpêkirina yasaya navdewletî ye, û dibe ku bighîne asta tewanên navdewletî wek Tewanên Cengê û Tewanên Dijî Mirovahiyê”.
Û balyozan gotin ku ji ber van karên metirsîdar lêborîn û xelesî ji sizakirinê çênabe, û ew jî niha li ba Civaka Navdewletî ye ku li raporê mêze bike û kartêkirinên guncaw bikar bîne.
Û Balyozan pabendiya welatên xwe bi pişgiriya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di xebatê wê ji bo cîbicîkirina biryara dewletan ya di pûşbera 2018an de derketî tekez kirin, derbarê nîşankirina kesên çekên kîmawî li Sûriyê bikaranîne.
Tê zanîn ku rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî yaku di heyva bûrî de derketî gihîşte encama ku çekên asîmanî yê girêdayî rêjîma Esed sê êrîşên kîmawî birine ser bajarê Elletaminê ya parêzgeha Hemayê adara 2017an.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî