Entoniyo Gotîrîş sikirtêrê giştî yê NY di daxuyaniyek rojnamevanî de got ku pêkanîna aştiyê li Sûriyê pêwîstiyek axleqî û siyasî ye ji gelê Sûriya û cîhanê re, û got ku gelê Sûriyê her ji şeş salan ve bûye qurbaniya xerabtirîn milmilaneyên vê serdemê.
Gotîrîş du bangwazî dan hemû aliyên li Sûriyê, yek: ji bo mifadîtin ji rêkeftina agirbestê ya hatî ragihindin her ji heyva çilê pêşîn ya bûrî de bi hemû hewlên berdest û çesipandin û misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî bê kosp û astengî bo sercem xelkê pêwîstdar.
Lê duwem bangwazî ku têde sikirtêrê giştî tekezî kiriye li ser giringiya ku hemû aliyên xudan bandor li ser aliyên Sûrî hewl bidin ji bo nakokiyên xwe bidin aliyekî û kar ji bo bidawîkirina kuştinê li Sûriyê bikin, û beşdar bibin di serxistina danustandinên Cinêv li ser binyatê daxuyaniya Cinêv û biryarên encûmena ewlekariyê yên pêwendîdar.
Ji aliyê xwe ve, îro nûnera NY li Sûriyê, Îlzabêt Hof di hevpeyvînekê de ligel “saytê nûçeyên NY” got ku zêdetir ji nîvekê ji nexweşxaneyên giştî û navendên saxlemiyê li Sûriyê, yan bi carekî hatine daxistin û yanjî bi awayekî netimam kar dikin.
Û îro di daxuyaniya de, Rêxistina saxlemiya cîhanî hat ku çavdêriya saxlemiyê li Sûriyê bûye qurbaniya şerê Rijêmê yê li dijî gelê Sûriyê, û daxuyaniyê bal kişand li ser têkçûna xizmetgozariyên tendirustî û zehmetî û metirsiyên li ser gihandina wan bo sivîlan, û rêxistinê diyar kir ku ew ligel hevkarên xwe nikaribûn bi awayekî rêkupêk bigihin xelkê li navçeyên asê, tevî berdewamiya agirbesta niha, û got ku nûtirîn agahî amajê bi wê yekê dikin ku zêdetir ji 2 par ji 3 parên êrîşan yên di sala 2016 an hatine encamdan li dijî navendên çavdêriya saxlemiyê û Rêxistina Saxlemiya Cîhanî û li ser zarê nûnera xwe li Sûriyê, Îlzabêt Hof, daxwaza gihandin û pêşkêşkirina derman û vaksîn û pêdawîstiyên pizîşkî bê astengî û bi awayekî rêkupêk bo sercem navçeyan kir, berî ku derman û vaksîn û pêdawîstiyên pizîşkî li wan navçeyan nemînin û ew yek bibe sedema mirina xelkê, û bal kişand ku pêwîst e hemû aliyên nakok û dewletên çavdêrên aştiyê kar ji bo pêkanîna çareseriya siyasî bi awayekî bilez bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat