Di civîna konseya ewlekariyê de ya taybet bi gengeşekirina agirbesteke 30 rojî li Sûriyê, şermezarkirinek navdewletî hebû ji tawanên li dijî sivîlên Xûta rojhilat re yên bi destê rijêma Esed û hevalbendên wê pêktên.
Û konseya ewlekariyê careke din di standina helwestekê de derbarê rewşa Sûriyê têkşikest, û piştî bi dawîhatina civîna konseya ewlekariyê, balyozê Siwêd ji rojnamevanan re got ku “dibe sibe roja înê dengdan bibe li ser pirojebiryarê”.
Balyozê Firinsa li konseya ewlekariyê got ku ew “çi peyvan nabînim ku derbirîna rewşa niha ya li Xûta rojhilat bikin”, û bal kişand ser ku armanca rasteqîn a Rijêmê têkşikandina moralên sivîlan e.
Herwiha got ku dibe kirîza Sûriyê bibe goristan bo NY, û bal kişand ku germiya şer li Xûtayê zêde bûye û dibe bobilata Helebê careke din dubare bibe, û tekez kir ku rawestandina kiryarên leşkerî daxwazeke NY û sercem rêxistinên mafên mirov e.
Û balyozê Birêtaniya li konseya ewlekariyê ji aliyê xwe ve dît ku tirajîdiya gelê Sûriyê û tawanên rijêma Esed ” şermezariyeke ji konseya ewlekariyê re”, û got ku “xelkê Xûta rojhilat ne terorîstin wek Rijêm dibêje”.
Û wezîrê derve yê Si’ûdî cext li ser giringiya rawestandina tundutîjiya rijêma Esed kir, û nîgeraniya xwe derbarê êrîşên hêzên Rijêmê li ser Xûta rojhilat û bandora wan li ser sivîlan anî ziman, û daxwaza rawestandina bombebarana Rijêmê ya li ser sivîlan kir.
Herwiha daxwaza derbaskirina alîkariyên mirovî yên xwarinê bo Xûtayê ji hêzên Rijêmê kir, û herwiha daxwaz jê kir ku “bi awayekî rijd kar ji bo pêvejoya çareseriya siyasî bike”, û hevdem nîgeraniya xwe li hember bandora van êrîşan li ser sivîlan anî ziman.
Ji aliyek din sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm got ku têkşikestina berdewam ya konseya ewlkariyê dîtir nayê pijrandin”.
Elhekîm dît ku dengdana îro ya li ser pirojebiryarê “erkekî rewştî ye, û têkşikestina wê rastgoya civaka navdewletî lawaz dike”, û hevdem tekezî li ser amadebûna Hevbendiya Niştimanî kir ji bo beşdariya civînê û pêşkêşkirina zanyariyan derbarê rewşa zehmet ya navçeyên Sûriyê û bi taybetî ya Xûta.
Pirojebiryarê hatî pêşkêşkirin ji aliyê Kiwêt û siwêdê hatiye bi armanca amzekirina agirbesteke 30 rojî ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo tevaya xelkê Sûriyê û tevlî xelkê Xûta Şamê ya rojhilat.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat