Waşinton tekez kir ku dirêjnekirina dema karê komîta lêkolîna navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê, wê bê bi wateya erêkirina kuştina gelê Sûriyê.
Ku duhî şanda Amerîka daxuyaniyek da NY, û têde gotiye ku “ew bi hêvî ye encûmena ewlehiyê yekgirtî be li hember bikaranîna çekên kêmyayî li dijî sivîlan, û herwiha li ser dirêjkirina karê vê girûpa giring (komîta lêkolînê)”.
Û daxuyaniyê gotiye ku” li dema ku ev yek nebe, wê bête bi wateya erêkirin li ser van karên hovane, û hevdem wê bi awayekî tirajîdî bibe cihê derdeseriya gelê Sûriyê yê ji van karên kirêt ziyandar e “.
Û encûmena ewlehiyê wê îro pêncşembê deng bide li ser reşnivîsên du biryaran derbarê dirêjkirina dema karê komîta lêkolîna navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekê kêmyayî li Sûriyê, yek Amerîkî ye û ya din Rûsî ye.
Hêjayê gotinê ye ku Rûsiya “vîto” bi kar anîbû dijî dirêjkirina karê komîta lêkolîna hevbeş ya di navbera NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî de, ya ku di dawîtirîn raporta xwe de rijêma Esed berpirsyar dîtibû li hember bikaranîna gaza sarîn li çend navçeyên Sûriyê, û di nav de êrîşa li ser Xanşîxon ya li nîsana borî.
Tê zanîn ku îro pêncşemê bişev wê karê komîta lêkolîna hevbeş bi dawî bibe, û goman hene li ser karîna encûmena ewlehiyê derbarê nûkirina karê komîteyê berî bidawîhatina dema karê wê.
Û balyozê Birêtaniya li NY, Masiyo Raykroft hişyarî da ji rawestandina karê komîta lêkolînê û got ku heger karê komîteyê hat rawestandin wê”bitenê ew kes bi ser bikevin yên divên çekên kêmyayî li Sûriyê bikar bînin ku ewjî rijêma Esed û rêxistina DAIŞ in”.
Û ji aliyê hin dîplomtkarên rojavayî ji ajansa ” Royterz” hatiye zanîn ku pirojeyê Rûsiya nabe cihê razîbûna dewletên endam di encûmena ewlehiyê de, berovajî projeyê Amerîkî yê ew jê razî ne, û dibe ku bibe sedem ku Rûsiya bo dehemîn car “vîto” bikar bîne, ji bo nehêlana standina hîç rêkarekî li dijî rijêma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat