Rêkxistina Tendiristiya Cîhanî roja sêşembê di dawîtirîn daxuyaniya xwe de diyar kir ko pûçbûna zarokan li Sûriyê belav bûye, û 15 nexweşên tekez bi vê nexweşiyê hene, yek ji wan dibe ku li Reqayê pê ketibe.
Rêkxistinê diyar kir ko karmendên hawarhatinê nikarîbûn vaksînan bidin niştecihên Reqa û herêmên derdora wê bi sedema kontrolkirina Daiş ji bajêr û gundewarê wî re, û bûne amanc ji derbên asmanî yên ko Amerîka serpereştiya wan dike re.
Berdevkê rêkxistinê Tariq Yasirvîşt, di vegotinekê de ji Netewên Yekbûyî re got ko “14 nexweşên pê ketinê li herêmekê tenê dîtine, ew jî Meyadîn ya gundewarê Dêra Zorê ye, û yekî din ji Reqayê hatiye, ew bajarê ko çekdarên rêkxistina Daişê dixwazin lê berberiya êrîşa hêzên hevpeymana navdewletî bi serokatiya Emerîka bike.”
Yasirvîtş got em nîgeran in ji ber ko eger tenê nexweşek pê hebe, wê nexweşî belav bibe. Yasirvîtş got: “em dizanin eger zarokek pê ketibe dê 200 ên din ên ko diyardeyên nexweşiyê li wan derneketine hene, ev tê wateya ko vayrûs belev dibe û ev metirsî ye.”
Yasirvîtiş destnîşan kir ko rêkxistin nirxandineke tendiristî dike ji bo piştrast bibe ji belavkirina vayrûs li Reqayê, an jî yên pê ketine ji cihekî din pêketine û anîne wir, û “tekez kir ko rêkxistin dixwaze vaksînan bide 320hezar zarokên kêmî 5 salan li Dêrazorê û 90hezarî li Meyadîn.”
Rêkxistina navdewletî berê jî di vê heyvê de du nexweşên pêçbûna zarokan li Sûriyê di herêmên kontrola Daiş de ragihandine, ji gava nexweşî sala 2014ê diyar bûye, û ev derbek li hêviyên cîhanê bû, ya ko dixwest evê nexweşiyê li ser asta cîhanê têk bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans