Rêkxistina tendiristiya cîhanî doh duşembê tekez kir ko rewşa tendiristî li Xûta rojhilat nêzîkî Şama paytext roj bi roj kambaxtir dibe, çimkî 300hezar hevwelatî li wir di bin dorpêçê de dijîn, û destnîşan kir ko nexweşxane li wir kar nakin û rêkxistinê daxwaz kir ko alîkarî derbas bibin.
Nûnera rêkxistinê li Sûriyê Elîzabêt Hof di daxuyaniyeke xwe de got: “dem li xelkên Xûta rojhilat dibuhûre, û heyberên hene roj bi roj namînin ” piştî ko rêjîmê û milîtanên mezhebî yên bi ser ve dorpêçeke tund li derdora Xûta rojhilat danîne.
Nûnera rêkxistinê li Sûriyê got ku amanca sereke ya bilez nuha, rêkekê ji bo derbasbûna tiştên giring bo rizgarkirina bi hezaran jin û mêr û zarokan yên ko ji nebûna heyberên giring jiyana wan di metirsiyê de ye derbas bikin.
Rêkxistinê destnîşan kir ko hejmara zarokên birîndar li Xûta rojhilat pir bilind e, rêkxistinê got ku 30% ji rêjeya yên birîndar di cenga rêjîmê de ya dijî miletê Sûrî de çêbû, û tev de zarokên kêmî 15 salan e.
Nivîsgeha bijîşkî ya bajarê Dûma di destpêka vê mehê de tekez kir ko derengketina derbasbûna heyber û dermanan “di heman çaxê ko civaka navdewletî û rêkxistinên wê dev ji erkên xwe berdane, dê rewşa tendiristî ya nexweşan pir xerab bike, û dê mirin çarenivîsa wan be.”
Berdevkê fermî yê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stêvan Ducarîk, dilsariya xwe derbarê berdewamiya dorpêçê li Xûta li gundewarê Şamê diyar kir û got: “Netewên Yekbûyî hêj bi nêgeraniyê hest dibe derbarê saxlemiya 400hezar kesên dorpêçkirî” ji hêla hêzên rêjîmê ve li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê, her weha Elî Elzaterî hevrêzkarê karûbarê mirovî li Sûriya hişyarî ji bobelateke mirovî da eger bi azadî alîkarî negihên kesên dorpêçkirî li Xûta rojhilat, û Elzaterî doz kir ko rê bidin ji bo bilez bigihên bajarokên dorpêçkirî, çimkî sivîl tundûtûjiyeke rojane dibînin û ji heyberên bingehîn bêpar in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans