Rêkxistina tendiristiya cîhanî roja pêncşemê di daxuyaniyekê de anî ziman ko nekêmî 29zarokên nûjidikbyî li kampa Holê li gundewarê Hesekê di hefteyên bûrî de, piraniya wan bi sedema sermayê, jiyana xwe ji dest dane.
Rêkxistinê destnîşan kir ko di du mehên bûrî de 23hezar kes piraniya wan zarok û jinên ji ber şerê navbera milîtanên PYD û rêkxistina Daişê ji gundewarê Dêra Zorê reviyane.
Nûnera rêkxistina tendiristiya cîhanî li Sûriyê Elîzabêt Hof got: ‘’Rewş li kampa Holê mirov xemgîn dike… malbat ji mirinê reviyane, zarokên wan ji ber sermê dimirin. ‘’
Rêkxistinê bal kişand ser ko gelek ji yên nû gehane ji kêmxwarinî û westanê piştî çend salan ji desthilatdariya Daiş zehmetiyê dikêşînin, û astengiyên bîroqratî û tengaviya ewlehiyê nahêlin alîkarî bigehên.
Ji hêlekê din ve birêveberya cîbicîkirinê ya rêkxistina zarokîniyê (Unisef) Hinrîta For, diyar kir ko rê bi bal kampên penaberan aloz û serme ye, û çaxên bendewariyê li navendên lênerîna bijîşkî ew hemû bûn sedem ko 29 zarok di du heyvên bûrî de mirine.
Berpirsiyara navnetewî destnîşan kir ko pevçûn li herêma derdora bajarokê Hecîn bargehê rêkxistina Daiş li Dêra Zorê ye, û bi hezaran xelk neçar kirine ko wê rêya dûr û dirêj ber bi ewlehiya kampa Elhol ve derbider bibin, 300 km ber bi bakur ve çûne.
Rêkxistina tendiristiya cîhanî daxwaz kir ko bêyî çi astengiyan derbasî kampa Holê bibin, û got ku rewş ji 33hezar kes re di vê sermayê de metirsîdar e, û pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye tako jiyana wan rizgar bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko kar bike bo bêtir alîkariyên pêdivî yên lezgîn pêşkêş bike, çimkî welat ketiye ber seqayeke tund.
Bi hezaran derbider û penaberên Sûrî û Îraqî li kampa Holê dijîn û hêj bi sedema şerê di navbera Daiş û Milîtanên PYD li gundewarê Dêra Zorê ber bi kampê de tên.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî