Elmanya û Tirkiyê gilînameyeke fermî bo emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîş û encûmena ewlehiyê pêşkêş kirin, derbarê metirsiyên yasaya hejmar 10 ya ko rêjîma Esed derxistiye.
Gilîname ji aliyê herdû dewletan bi navê bêtir ji 40 dewletên endamên Netewên Yekgirtî yên Ewropî û Erebî hem Emerîka û Ostiralya û Yaban hat pêşkêşkirin.
Ew di du nameyên wek hev de hat, ya nûnerê Tirkiyê yê herdemî li Neyewên Yekgirtî Ferîdon Sênirlî Oxlo, û yê Elmanî Kirîstof Hiyosgin.
Herdu nûneran nameyên xwe ji Gotîrîş û serokê encûmena ewlehiyê û balyozê Siwêdî Olof Sikog yê ko welatê wî serokatiya heyva tîrmehê dike re şandin.
Her 40 dewletî nîgeraniya xwe anîn ziman derbarê yasaya hejmar 10 ya di 2 nîsanê de derket, bo destdanîna ser milkên derbider û penaberên Sûrî yên bi milyonan e, û ew dibe asteng li pêş vegera wan.
Herdu nameyan tekez kirin ko ew yasa dikeve xizmeta wê siyaseta ‘’ Guhertina mezhebî, civakî, abûrî, û siyasî ya welat , ji bo û guhertina tevna civakî ya civakên xwecihî.‘’
Herdu aliyan yê Tirkî û yê Elmanî, rêjîma Esed tawanbar kir bi ‘’Têkbirina belgehên milkan bi şêweyekî rêbazkirî‘’, û çend bûyer destnîşan kirin û ji wan jî bombebarana rêjîmê ya bi mebest ji avahiya nifûsa Humsê re sala 2013ê, ya belgehên milkan têde bûn, hem jî bûyerin wek wê li Zebedanî û Dareya û Elqisêr li gundewarê Humsê çêbûn.
Herdu balyoz diyar kir ko li pey wan buyeran ‘’ Niştecih koçber kirin û hinên din anîne şûna wan, hin ji wan wan milîtanên ji dewletin din anîne bûn. ‘’
Û diyar kirin ko ‘’gelek Sûrî belgehên tekezkirina xwedîtiya xwe ji milkên xwe re winda kirine, ji ber windabûn û derbiderî an penaberiyê, û ev yek gefê dide derfeta vegera milyonan penaber bo mal û milkên xwe.
Û dîtin ku ev yasa ne bendek bi tena xwe ye, lê ev yek ji 40 yasayên milkiyeta kesan e, ko ji sala 2011ê ve derxistine.
Dubare kirin ko ev pêşveçûn ‘’ Tirseke rastî çêdike, ku sivîlên herêmên di bin kontrola oposizyonê de bûn, nema ji mafê wan e vegerên warên xwe, û ev sizayeke komelî ye.‘’
Û weha jî gotin ‘’ Dibe ev yasa dijberî pirinsîba cudakirina xelkê li ser bingeha nerîna siyasî be, ya di medeya 26 ji peymana navdewletî ya taybet bi mafên sivîlan û yên siyasî hatiye, ya ko Sûriyê aliyek jê ye.‘’
Û bal kişandin ser ko ev yasa“ Dijberî bizavên ko Netewên yekgirtî dike bo dîtina çareseriyeke siyasî” ye.
Û gotin ku ev ‘’ Têkbirineke ji wan bizavan re, û gefê li paşeroja lihevhatinê dike, û biryara encûmena ewlehiyê ya hejmar 2254 (2015) binpê dike, ya encûmen têde tekezî kiriye li ser pêdiviya amadekirina rewşê bo vegera aram ji penaber û derbideran re.‘’
Herdu balyozan daxwaz ji civaka navdewletî kirin ko ‘’ li dijî cîbicîkirina vê yasayê bi şêweyê wê yê resen derkevin, û daxwaz bikin ko guhertinan têde bikin, û mafê milyonên Sûriyan yên ziyan li wan bûye biparêzin.‘’
Jêder: Oîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî