Tora Sûrî ya Mafê Mirovan di raportekê de kuştina 83 sivîlan ji encama sê êrîşên esmanî ji aliyê hêzên Esed û firokên Rûsiya li sala 2016, li dawiya heyva 11 û destpêka heyva 12 an dîkoment kiriye.
Di raportê de hatiye ku koçberên di wan êrîşan de hatine armanckirin, ji taxên rojhilatê Helebê ber bi taxên li jêr desthilata Rijêmê de koçber dibûn.
Tora navhatî di raporta xwe de gotiye: tevî ku ji aliyê berpirsên rijêma Esed dabînkirina kirîdorên mirovî ji bo derbasbûna sivîlan ber bi taxên desthilata Rijêmê hatibû ragihandin, lê hêzên Rijêmê ligel hêzên Rûsiya çend êrîş li dijî karwanên koçberan pêkanîn.
Hêjayê gotinê ye ku Katrîn Marşî Ohêl seroka komîta navdewletî ya erkdar bi komkirina belgeyan li ser tawanên şer li Sûriyê, berê di kongirekî rojnamevanî de li ser erkên komîteyê, hêviyên xwe diyar kirin derbarê ku di zûtirîn dem de her tawankarekî şer li dijî gelê Sûriyê bête dadgehkirin.
Û duhî roja duşemê, ji aliyê komîta lêkolîna navdewletî hatibû ragihandin ku Xanşîxon li gundewarê Idlibê li 4’ê nîsanê, ji aliyê firokên Rijêmê bi gaza sarîn hatibû bombebarankirin.
Û Bawlo Bînîro, serokê komîta serbixwe ya lêkolîna navdewletî, rijêma Esed bi bikaranîna bombeyên gaza sarîn li dijî sivîlên Xanşîxon tohmetbar kiribû, û gotibû ku koçberên Sûriyê li hin navçeyên welatê xwe rastî dijwarî û astengiyên mezin dibin, nemaze li navçeyên desthilata Rijêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî