Toreya Sûriyê ya mafên mirovan, di raporteke xwe de duhî aşkere kir ko wê dora 369 binpêkirinên hêzên Esed ji peymana Sotşî re belge kirine, ji gava imzekirina peymanê 17ê eylûlê heta 23 çileyê pêşî yê îsal de.
Toreyê di raporta xwe de ya bi navê: ‘’Diyartirîn binpêkirinên peymana Sotşî ya navbera Rûsya û Tirkiyê ya kêmkirina şerî li herêmê‘’, û tekez kir ko piraniya wan li herêmên bêçek çêbûne.
Toreyê diyar kir ko binpêkirinên belgehkirî li bal wê, 145 li Idlib, 22 li Helebê, û 202 li Hemayê ne, di encama wan binpêkirinan de 45 sivîl in, 22 ji wan zarok in, û 6 jin jî hatine kuştin.
Raportê diyar kir ko êrîşa leşkerî ya ko hêzên hevalbendên rêjîmê û Rûsya li ser herêma kêmkirina şerî ya çarem li Idlib ji 10 tebaxê de heta ko peymana Sotşî di 17ê eylûla 2018 de cîbicî bû, bû sedema kuştina 110 sivîlan, 35 ji nav wan zarok in, û 14 jin in.
Raportê destnîşan kir ko hêzên hevpeymana rêjîmê û Rûsya du komkujî, û 16 rûdawên zêdegavî li ser navendên zindîdar yên sivîl ji nav wan 5 bargehên bijîşkî pêk anîne, her weha hêzên rêjîmê di heman demê de nekêmî 155 bermîlên teqîner avêtine, di encama wan de nekêmî 45hezar kesî derbider bûne.
Raportê bal kişand ser ku li herêma Idlib ji gava ko peymana kêmkirina şerî ket dema cîbicîkirinê di 6ê gulana 2017 heta eylûla 2018ê, gelek binpêkirin bi destê hêzên rêjîmê û Rûsya çêbûne, û nekêmî 1865 sivîlî ji nav wan 476 zarok û 313 jin hatine kuştin, piraniya wan ji Idlibê ne.
Raportê got ku hêzên rêjîmê û Rûsya di heman demê de 53 komkujî û 346 bûyerên zêdegavî li ser navendên zindîdar kirine, ji nav wan 77 bûyerên dibistanan, û 57 bûyerên bargehên bijîşkî, û nekêmî 1167 bermîlên teqîner yên ko firokên rêjîmê avtine belge kirine.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan daxwaz ji encûmena ewlehiya navdewletî kir ko biryarekê ji bo cîbicîkirina agirbestê li Idlib derxe, di nav de jî hemû aliyên peyman binpê kirine siza bibin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî