Jêder û komîtên mafnasiyê dibînin ko nehêlana rêjîma Esed ji derbasbûna tîma pisporên navdewletî ya derbarê çekên kîmawî re bo Sûriyê; tekez dibe ko wê çekên kîmawî bikar anîne, û ev nîşan e ku ew “rêjîmeke gunehkar e , lê di ser yasayê re ye.”
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya duhî duşembê de, dibîne ko redkirina rêjîmê ji derbasbûna tîma vekolînan ya çekên kîmawî re, nîşaneke xurt e ko destê rêjîmê di êrîşên kîmawî de heye, û naxwaze rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî wê zanibe.
Toreyê bal kêşand ser ko wê tekez kir rêjîmê çekên kîmawî dîsa li gundewarê Laziqiyê bikar anîne, û kirdeyên rêjîmê şermezariyeke bo civaka navdewletî û netewên yekgirtî, çimkî piştgiriyê ji Rûsya werdigire, û ev dihêle ko rêjmek di ser yasayê re be û bê lêpirsîn be.
Tore dibîne ku bêkêriya dewletan derbarê sizakirina rêjîmê; dê bihêle dîsa rêjîm wan çekan bikar bîne, û dîsa mandel bike ko bikar naniye, û dê bêje çi nîşan nîn in ko min bikar aniye, û Rûsya wek berê dê wê li Encûmena Ewlehiyê biparêze.
Toreya Sûriyê ya mafnasiyê di raporta xwe de daxwaza liv û tevgerê ji dewletên ko gef li rêjîmê kirine kir , eger dîsa bikar anîn, û bal kêşand ser ko yên sereke Emrîka û Firensa û Birîtanya ne.
Birêveberê rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî Firnando Eryas çarşemba bûrî tekez kir ko rêjîma Esed nehişt ko tîma ji bo berpirsiyarên rasterast yên bikaranîna çekên kîmawî nas bike derbas bibe, û bal kêşand ser ko rêjîma Esed tîm agehdar kiriye ko endamên wê vîza wernegirtine.
Berê jî tîmeke vekolînê ya hevbeş di navbera Netewên Yekgirtî û Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de gihaye encamê ko hêzên rêjîmê gaza damaran (Sarîn) û bermîlên teqîner yên ko gaza kilor di nan de heye yên qedexe li 20 cihan bikar aniye, û toreyê bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rêjîmê ve 217 caran ji çileyê pêşî ji sala 2012ê de belgeh kiriye.
Ji aliyê xwe xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko giring e hemû berpirsiyarên bikaranîna çekên kîmawî ji bo dadgeha tawanên navdewletî bêne pêkêşkirin, û lêpirsîn bi dadwerî digel wan bibe, û got ku bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re li Sûriyê bi fermana pileyên bilind li dewletê çêdibû, û evê hişt ko Mosko mafê redkirinê Vîto li Encûmena Ewlehiyê gelek caran bikar bîne, tako çi biryara pirotestokirinê lidijî rêjîmê ji bo bikaranîna çekên kîmawî dernekeve
Tête destnîşankirin ko tîma vekolînê ya nû piştî ko Rûsya mafê redkirinê (Vîto) li dijî dirêjkirina dema destûrdana tîma hevbeş di heyva çirya paşî de ji 2017ê bikar anî, dewletên endam yên rêkxistinê sala bûrî li ser damezirandina tîma vekolîn û peydeçûnê dengdan kirin, û Rûsya û rêjîma Esed ev biryar red kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî