Toreyeke mafnasiyê ya serbixwe tekez kir ko rêjîma Esed di binpêkirina biryarên navdewletî de berdewam e û bermîlên teqîner bi ser herêmên niştecihan de berdide û qurbaniyên sivîl diçin.
Toreyê di raporta xwe ya nû de got ko wê di heyva eylûna borî de 216 bermîlên teqîner yên ko rêjîmê avêtine belgeh kirine, û bal kêşand ser ko bêtir li ser parêzgeha gundewarê Şamê û di pey re li ser Hemayê û di pey re Dêra zorê bûn.
Toreyê diyar kir ko bombebaranê heşt sivîl, 5 zarok û 3 jin, şehîd kirine, û destnîşan kir ko hejmara bermîlên teqîner ên avêtine ji destpêka salê ve gihaye 4784 bermîlî.
Toreyê di raporta xwe de tekez kir ko hejmarê bikaranîna bermîlan tekez dikin ko bi şêweyekî rêbazkirî bûye, got ko rêjîmê bi vê yekê “bêguman biryara encûmena ewlekariyê hejmara 2139 binpê kiriye, û bi kuştina bi mebest madeya heftan ji yasaya Roma ya bingehîn binpê kiriye.”
Tore dibîne ko ev tevde “tawankariyên li dijî mirovantiyê ne, hem jî gelek ji bendên yasaya navdewletî ya mirovî binpê kirine.”
Raporta toreyê di dawiyê de daxwaz ji Encûmena ewlekariyê kir ku cîbicîkirina biryarên xwe dabîn bike, yên ko Tore dibîne ku ew “xamava li ser kaxezan e, û baweriya pê û rewaya xwe bi tekûzî ji dest dane.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî