Rêxistina NY ya ji bo zarokîniyê (UNICEF), duhî roja duşemê raportek belav kir û têde armanckirina zarokên bajarokê “Zirdina” yê ser bi gundewarê Idlibê ve ji aliyê firokên şer yên Rûsiya ve şermezar kir.
Khairat Kabalari, rêveberê UNICEF yê karûbarên Rojhilata Navîn, got ku bi kêmayî 13 zarok hatin kuştin di vê komkujiyê de, û got ku “Ev rûdanên bixem tênin bîra me ku şerê li dijî zarokan li Sûriyê bi hîç awayî bidawî nehatiye”.
Sikirtêrê giştî yê NY Antonio Gutierres, ji aliyê xwe ve, daxwaza pêkanîna lêpirsînê derbarê komkujiya “Zirdina” de kir, û nîgeraniya xwe ya mezin li hember vê komkujiyê nîşan da, û daxwaza dadpirsîneke tekûz derbarê êrîşan û sizadana tawanbaran kir”, û daxwaza pabendiya bi bicihkirina rêkeftina kêmkirina zêdegaviyan ji aliyê grantorên rêkeftinê kir.
Sikirtêrê NY bal kişand li ser bobilata 2.3 milyon kesî yên li parêzgeha Idlibê, ku 60% ji wan koçberên bi kotekî ji bajar û bajarokên xwe hatine koçberkirin, ku dumahîk koçber yên gundewarê Şamê bûn.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku Rûsya bi mebest niştecihên li herêmên kêmkirina şer bombebaran dike, û tekez kir ku yê ev komkujî pêk aniye bi kîn ev tawankarekî kiriye.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku nema baweriya miletê Sûrî bi civaka navdewletî tê, bi sedema bêdengî û piştguhkirina wê ya berdewam, û daxwaza rizgarkirina sivîlan û rawestandina tawankariyan kir, û yên pêkanîne siza bibin, û çareseriyeke siyasî ya dadwer û tekûz bête ferizkirin.
UNICEF got ku her ji sala 2011’an ve û heta niha nêzîkî 6 milyon zarok bi neçarî ji malên xwe koçber bûne, û bal kişand ku niha nêzîkî 1 milyon ji wan zarokan li parêzgeha Idlibê di rewşeke mirovî ya xirab de dibin gef û metrisiya mirinê dijîn.
Hêjayê gotinê ye ku ew bajarokê komkujî ji aliyê firokên şer yên Rûsiya lê hatiye pêkanîn, dikeve di navçeyên rêkeftina “kêmkirina zêdegaviyan” de, û bûye sedema ketina bi dehên kuştî û birîndaran.
Ji aliyê xwe ve, bergiriya sivîl ya Sûrî tekez kiribû ku 44 sivîl hatine kuştin û 100 ên din birîndar hene ji encama bombebarankirina bajarokê “Zirdina” û bal kişandibû ku bajarok dubare rastî êrîşan hatibû û ev yek bûye sedema birîndarbûna karmendên tîmên bergiriya sivîl dema birîndar rizgar dikirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî