Rêkxistina Netewên Yekbûyî ya guhdana zarokan (UNICEF) roja çarşembê hişyarî da der barê ko bêtir ji du milyon zarokên Sûrî li deverên dorpêçkirî ji hêla hêzên rêjîma Esed li herêmên gihaştina wan zehmet e, çi derzîdanên pêdivî nestandine.
UNICEF di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ko 5 milyon zarokên Sûrî hewcedariya wan bi alîkariyên herî sereke heye, û ew ji nexweşiyên metirsîdar neparastî ne, çimkî alîkariyên mirovî kêm in an jî biyekcarî nîn in.
Birêveberê herêmî yê rêkxistinê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka “Xîret Kabalarî” hişyarî derbarê amanckirina nexweşxaneyên ko ji hêla hêzên rêjîmê û hevalbendên wê ve bombebaran dibin da, û destnîşan kir ko “tundûtûjî jiyana zarokan dixe metirsiyê”.
Kabalarî bal kêşand ser ko tevlî bombe û fîşek û teqînên rojane “hejmareke mezin ji zarokan bi sedema hin nexweşiyan dimrin, di dema ku parastina ji wan û çareserkirina wan pir hêsane eger derman û vaksîn peyda bibana”, hem got ko nexweşiya Pûçbûna Zarokan ji nû ve vegeriya ye, û bi taybetî ku sala 2013ê jî belav bibû.
Berê jî rêkxistina UNICEF daxwaz ji rêjîma Beşar Elesed kiribû ko dorpêçê ji ser hemû herêman rake û bihêle gihiştina zarokan li tevaya Sûriyê bê merc û bê astengkirin be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans