Rêkxistina Netewên Yekgirtî ya Zarotiyê (UNICEF), hişyarî da ji metirsiya zêdebûna operasiyonên leşkerî li ser Idlibê ko gefê li jiyana dora 350 hezar zarokî dike, di heman çaxê firokên rêjîma Esed êrîşên giran pêk anîn û bûn sedema kuştina 8 kesan.
Rêkxistinê di daxuyaniyê de ya li ser malpera xwe ya fermî roja înê belav bûye, bal kişand ser ko 350hezar zarok cih ji wan re nîn e, eger operasiyonên leşkerî li ser Idlib zêde bibin, û got: UNICEF ji bo zarokên Sûriyê li her deverê bang dike, ku –eger carekê tenê be jî- zarokan wek pêşinde bibînin, û pêdiviyên wan di ser hemû qezenc û ecendeyên siyasî û leşkerî û istiratîcî re bigirin.
Rêkxistina navnetewî behsa rewşa bobelatî ya dora milyonek zarokên di rewşa tirs û birçîbûn û kêmbûna heyberên hawarhatinê û yên bijîşkî li kampên tije xelk kir, û tekez kir ko tundûtûjî ya ko zêde dibe dê encamine bobelatî li mezintirîn kombûna koçberên kotekî li Sûriyê pêk bîne.
Birêveberê herêmî yê UNICEF li rojhelata navîn, Xîret Kabalarî, got ku zarokên Sûriyê “ji UNESIF re gotine ku derdê dibînin ji her tiştî girantir e” û got: ‘’Nabe, divê zarokên Sûriyê pêleke din ji tundûtûjiyê an şerekî din nebînin‘’, û ji her kesî daxwaz kir ko zarokên Sûriyê wek pêşinde bibînin.
Parêzgeha Idlib bêtir ji çar milyon sivîl lê hene, li gora texmînên Netewên yekgirtî, piştî ko bi sedhezaran koçberên kotekî ji ber operasiyonên rêjîma Esed xwe lê girtine.
Herêm duhî ket ber êrîşên asmanî û hejmarek gund û bajarokên Idlib, Hema û Helebê amanc hatin armanckirin, û evê yekê hişt ko derbideriyeke nû çêbibe û dezgehên fêrkirinê û yên bijîşkî ji tirsa amanckirinê bêne girtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî