Rêkxistina Netewên Yekbûyî Ya Zarokan (UNICEF) nîgeraniya xwe dide xuyakirin ji ber ku“dibe nexweşiya navçûnê li nav zarokên Şamê pirtir bibe bi sedema gemarbûn û kêmbûna avê û bilindkirina buhayê wê ji hêla kesên ko belav dikin ”, di heman çaxê ko rêjîm û milîtanên hizbulaha tirorist operasiyonên xwe yên leşkerî dijî herêma Wadî Bereda ya dorpêçkirî li gundewarê Şamê, ev bêtir ji du hefteyan e, berdewam dikin.
Û Kirîstov Bolyark berdevkê UNICEF di kongirekî rojnamevanî de li Cinêvê got: tîma UNICEFê seredana çend dibistanan li Şamê kir û pirs ji zarokan kirin, zarokan gotine ku ew nîv demjimêrê bi kêmanî dimeşin tako digihên mizgeftekê an cihekî yê ava giştî belav dikin û zarok di tabûrê de carina heta bi du demjimêran radiwestin li ber sermayê ji bo avê bidest bixin.
Li gora daxuyaniyên Netewên Yekbûyî “li dora 5.5 milyon kes hêj li Şamê ji avê bêpar in.” hêzên rêjîma Beşar di tengavkirina herêma Wadî Bereda de berdewam in, ko herêmê bi çekên qedexeya navdewletî wek gaza kilora jehirkirî amanc dike, û firokên rêjîmê êrşên asmanî dane ser avahiya Kaniyê û wêranî di perestgeha “Xwedawend Tîka” ya Romanî de çêkir, her weha herdu êrîşan deriyê kelehê di hindirê bargeha kaniya “Eyn Elfîcê” de xerab kir, û ziyan gihandin toreyên avê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko komîteke peyketina rastiyan ji bo tawanên di derheqê sivîlan de dibin bişîne, û dibîne ko rêjîm çekekî nû dijî miletê Sûrî bikar tîne ew jî “av” e. û hêzên Rêjîmê û milîtanên piştgir jê re operasiyonên xwe yên leşkerî dijî gund û bajarokên Herêma Wadî Bereda, ya 15 km bakur-rojavayê Şamê ye, berdewam dikin, tev ko peymana agirbestê qaşo ji 11 rojan ve cîbicî bûye.
Çalakvaniyên sivîl û desteyên xizmetguzarî û rêkxistinên civaka sivîl li herêma Wadî Bereda ya dorpêçkirî li gundewarê Şamê, daxwaz ji dewletên çavdêriya peymana agirbestê dikin kirin, ku fişarê bidine ser rêjîmê û milîtanên wê ji bo binpêkirinan rawestînin, û hemûyan daxwaz ji Netewên Yekbûyî û Xaça sor ya navdewletî kir tako derbasî herêma Wadî Bereda bibin û rewşa mirovî ya nebaş çareser bikin, û soz dan eger agirbest li herêmê cîbicî bibe, ew dê kargehên çaksazkirinê derbasî bargeha kaniya Fîcê bikin tako dîsa wê ji bo kar saz bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans