Rêxistina NY ya karubarê zarokan (UNICEF), hejmara zarokên dayîk an bavê xwe yan herdu ji dest dane her ji destpêka şerê rijêma Esed dijî gelê Sûriyê bi derdora milyonek zarokî texmîn kirine.
UNICEf ev yek bi bobilatek rastyeqîn dîtiye û bal kişandiye ku hejmara nişteciyên Sûriyê berî sala 2011an bi nêzîkî 25 milyon kesî dihat texmînkirin, ku sêyekê wan zarok bûn, û ev yek tê bi wateya ku nêzîkî 10% ji zarokên Sûriyê sêwî mane, ji aliyê dayîk yan bavê xwe yan jî ji herdukan.
Rêxistinê di lêkolîneke taybet de xuya kiriye ku Sûriya bûye yek ji metirsîdartirîn navçe ji zarokan re, û bal kişandiye ku bi hezarên zarokan jiyana xwe yan xûşk an bira an hevalên xwe yan ên radibûn bi xudankirina wan jidest dane.
Zêdetir rêxistina (UNICEF) diyar kiriye ku niha bi deh-hezaran zarok bûne û bûne kêmendam, tevî qotkirina pêdewîstiyên jiyanê li ser bi sedhezaran ji zarokên dorpêçkirî, û tekez kiriye ku nêzîkî 8 hezar zarok bêkes û bêkesukar mane, û milyonek zarokên koçber li welatên cîran hene.
Tê zanîk ku amara zarokên Sûrî yên sêwî li heyva tebaxa borî û di serjimêrekê de bi derdora 800 hezar zarokî li Sûriyê û li dewletên cîran hatibû xeminandin ku hejmareke kêm ji wan bi rengek guncayî dijîn.
Û ligor Tora Sûrî ya mafê mirov, 82 hezar xêzan mana malxo, û 2300 xêzan mane bêdayîk, hevdem ku rêxistinên mafên mirov tekez dikin ku 90% ji sêwiyên Sûriyê bêkes in.
Herwiha rêxistinên mafên mirov yên herêmî û navdewletî tirsa xwe nîşan dan ku piraniya zarokên sêwî yan penaberên bê xudan tûşî bazrganiya bi mirovan yan tûşî tundutîjiyê bibin, ya heye ku endamên laşên wan bêne dizîn û firotên, zêdebarî tirsa zêdebûna kêşeyên wan yên derûnî.
Hêjayê gotinê ye ku li NY roja pêncşemê li Cinêv, rawêjkarê NY yê karubarê mirovî Yan Îgiland di kongirekî rojnamevanî de hişyarî dabû li ser têkçûna rewşa mirovî li demsala zivistanê li navçeyên dorpêçkirî yên Sûriyê û bandora vê yekê ya rasterast li zarokan, û gotibû ku demsala zivîstana îsal wê dijwartir be ji hemû salên borî.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bangewaziyek dabû civaka navdewletî û rêxistinên pêwendîdar yên mafên zarokan û li pêşiya wan encûmena ewlehiya navdewletî ji bo bi erkên xwe rabin li hember kirîza zarokên Sûriyê ya berdewam her ji sala 2011 an ve û heta niha.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat