Rêkestina Natewên Yekgirtî ya guhdana Zarokan (UNICEF) got ku sala 2017ê ji bo zarokên Sûriyê bi sedema kirdeyên leşkerî saleke hovane bû.
Rêkxistinên mafnasiyê mirina bi hezaran zarok bi destê hêzên Esed, belgeh kirine, di operasiyonên ko li dijî sivîlan pêk tînin, û çekên bêserûber û kîmawî yên qedexeya navdewletî ne bikar tînin û dorpêçkirina bajaran û birçîkirina xelkê dikin.
Roja pêmcşembê rojnameya Eneb Beledî ya xwecihî li gora raporteke UNICEF anî ziman ko zarokên Sûriyê gelekî têne nêçîrkirin herweha têne dorpêçkirin û segmanî li wan didin.
Raportê bêtir anî ziman ko zarok wek çekên cengê li Sûriyê bikar tên, têne leşkerkirin ji bo şer bikin û neçar dikin ko êrîş bikin an xwe biteqînin hem jî wek mertalên mirovî bikar tên.
UNICEF di daxuyaniyeke xwe de ya berê gotibû aliyên kêferatê li cîhanê yasaya navdewletî ya mirovî ya parastina zarokan di pevçûnan de piştguh dikin, her weha dikevin ber êrîşan.
Rêkxistina navdewletî got bi hezaran zarokan jiyana xwe jidest dane û hem xuşk û birayên xwe û yên guhdanê li wan dikin û xaniyên xwe li Sûriyê winda kirine.
Got ji wan bi dehhezaran kêmendamên herdemî bûne û bi sedhezaran ji wan di herêmên dorpêçkirî de mane, tekez kir ko nêzîk heşthezar zarok tenê bêyî kes ji malbata wan bi wan re ji milyonek zarokên penaber ko li welatê derdorê dijîn.
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan raportek di nîveka çêriya paşîn ya borî derxist tê de got bêtir ji 26500zarokên Sûrî bi sedema kirdeyên tunûtûjiyê li Sûriyê ji adara 2011 hatine kuştin, ji wan 21500 bi destê rêjîmê hatine kuştin.
Toreyê di raporta xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir ko zarokên Sûrî yên derbider û penaber bûne biparêzin û mafê wan biparêzin û giring e bi bendên peymana Mafê Zarok ya ko serhirdeyên cîhana sala 1989ê pesend kirine pê pabend bin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî