Rêxistina Zarokan ya Netewên Yekbûyî “UNICEF”, di daxuyaniya xwe ya dawiyê de, da zanîn ku di sala 2018 de herî zêdetir zarok li Sûriyê her ji destpêkê şoreşa Sûriyê ji sala 2011’an ve hatin kuştin, û bal kişand li ser mirina herî kêm 1106 zarokan ji ber operasyonên leşkerî û dorpêçkirin û birçîbûnê.
Rêvebera Rêxistinê, Henrietta Fore, bal kişand ku “Netewên Yekbûyî kariye vê hejmarê piştras bike, ku tê wateya ku ev hejmar durist e û dibe ku hejmar ji vê yekê bi gelekî zêdetir be”, nemaze ku li çend heftiyên borî li parêzgeha Idlibê bi tenê 59 zarok bi êrîşên hêzên rejîma Esed hatine kuştin.
Wê got ku “mîn bûne sedemên sereke yên birîndarbûna zarokan li seraserî welêt”, û wê bal kişand ku hejmara qurbaniyên mînên nepeqîyayî di sala borî de gihişt 434 bûyerên kuştin û birîndarbûnê, li gel 262 êrîşên li ser saziyên perwerdehî û tenduristiyê, ku wekî “hejmara herî bilind” anî ziman.
Fore got ku “hêjî zarok û malbat têne jibîrkirin, û hêjî malbatên li kampa El-Rikban li nêzîkî tixubê Urdunê bêhêviyê bi hemû zor û zehmetiyan peyda dike, ji ber ku herî kêm xwarin, av, stargeh, çavdêriya tenduristî û perwerdeyê digehîjin wan malbatan”.
Fore nerazîbûna xwe anî ziman li ser rewşa kambax ya li kampa Hol li bakur-rojhilat, ya bêtir ji 65 hezar kes têde dijîn, 240 zarokên bêmalbat di nav wan de hene, û bal kişand ku îsal di meha yekem de, 60 zarokan jiyana xwe ji dest dan, di dema 300 km derbas kirin ji Baxoz ta kampê.
Fore bang li “UNICEF” û dewletên endam yên NY kir, ji bo bi berpirsîyarîya xwe derbarê zarokan rabin, çi welatiyên wan bin yan jî penaber bin, ji bo standina tedbîr û rêşûnan ji bo ku ev zarok bê regezname nemînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê