Rêxistina Netewên Yekbûyî ya guhdana zarokan “UNICEF”, diyar kir ku ji encama operasyonên leşkerî yên dijî Der’ayê ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranê û bi piştgiriya firokên Rûsiya, 180 hezar zarok hatin neçarkirin li ser koçberiyê ji bo peydakirina cihekî ewle.
“UNICEF” li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniya ,Xeyrat kagliari, rêveberê wê yê herêmî li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur belav kir, û wî got ku 180 hezar zarok bê parastin ji gund û bajarên xwe bar kirin, û ew yek bi mezintirîn pêla koçberiyê li wê navçeyê dît.
“UNICEF” Di daxuyaniyê de bal kişand ku 65 zarok di kêmtir ji sê heftiyan de li parêzgeha Der’a hatine kuştin, û got ku “raporteke bi tirs” li ser kuştina malbatekê bi tevayî tevlî çar zarokên wan li gundekî ket destê wê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve tawanên berfireh li Der’a hatine pêkanîn, ji bo îmzekirina rêkeftinek kotekî, û dîtibû ku ew dikeve di çarçova tawanên şer û dijemirov de.
Hevbendiya Niştimanî, berpirsyaretiya vê yekê bi temamî xistibû stûyê civaka navnetewî, ji ber bêdengiya wê li ser binpêkirinan û bicihnekirina biryarên navnetewî, herwiha berpirsiyariya hiqûqî, siyasî û exlaqî, û tevlî koçberkirina xelkê û kuştina welatiyên sivîl, û wêrankirina jêrxana bingehîn da ser milê wan aliyên ew rêkeftina neçarî sepandine.
Hevbendiya Niştimanî bêzariya xwe nîşan dabû li ser têkşikestina Konseya Ewlekariyê di şermezarkirina tawanên jenosayd de li Horan û Der’ayê, û endamên herdemî bi berpirsyariyên xwe di vî warî de ranebûn, û diyar kir ku Amerîka wek dewleta garantor “bi erkên li ser mile xwe ranebû, û Sûrî li ber êrîşên hovane yên Rûsya û Îranê hiştin” .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî